
Axaftirkerê IRGCê: Aamadebaşiya me li dijî êrîşeke muhtemel a erdî ya DYAyê gelekî pêşkeftîtir e
Axaftirkerê IRGCê Huseyn Muhibî diyar kir ku amadebaşiya bergiriya erdî ya Îranê li dijî operasyoneke muhtemel a erdî ya DYAyê, ji bergiriya esmanî û deryayî pêşkeftîtir e.
Huseyn Muhibî, axaftirkerê Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC), got ku amadebaşiya li dijî êrîşeke muhtemel a erdî ya DYAyê li beramberî bergiriya esmanî û deryayî di asteke gelekî bilindtir de ye. Wî ev daxuyanî ji bo xwendekarên zanîngehê yên Besîc ku girêdayî IRGCê ne, da.
Muhibî got ku DYAyê berê gelek navendên Îranê bombebaran kirine lê negihîştiye mebestên xwe, ji ber wê jî operasyoneke erdî wê encama ku dixwazin nede. Her weha wî îdîa kir ku artêşa DYAyê zêdetir pişta xwe bi hêza deryayî girêdide û kapasîteya wê ya erdî kêm e.
Muhibî teqez kir ku îdîayên ku dibêjin Îran wê "bomba qirêj" û çekên kîmyewî bi kar bîne şerê derûnî û kampanyaya agahiyên xelet ên dijmin in. Wî diyar kir ku ev îdîa operasyonên xapînok in ku ji aliyê Îsraîl û DYAyê ve têne kirin.
Muhibî zêde kir ku eger DYA êrîşî bendavên Îranê bike wê bersiv bê dayîn û destnîşan kir ku Îran wê li ser erdyariyê kapasîteya xwe ya leşkerî nîşan bide.
Çavkanî: Rûdaw