
Li Girava Qeşm û Bender Ebbas a Îranê dengê teqînan hat bihîstin
Li Girava Qeşm û bajarê Bender Ebbas ê li başûrê Îranê, dengê çend teqînan hat bihîstin.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNA ragihand ku şeva yekşemê 8ê Mijdara 2026an, li Girava Qeşm û bajarê Bender Ebbas dengê çend teqînan hatiye bihîstin û guman heye ku hin deverên herêmê hatibin hedefgirtin.
Ajansa Nûçeyan a Farsê, li ser bingeha agahiyên ji çavkaniyên xwecihî wergirtine, da zanîn ku ew deng ji ber guleyên hişyariyê yên hêzên deryayî yên Îranê ne ku li Tengava Hurmuzê li dijî keştiyên ku rêgezên hatûçûna deryayî binpê kirine, hatine avêtin.
Rayedarên fermî yên ewlehî û leşkerî yên li paytexta Îranê Tehranê, heta niha derbarê çavkanî û sedema dengên teqînan de daxuyaniyek fermî nedane. Ev bûyer di demekê de qewimîn ku rewşa ewlehiyê ya Tengava Hurmuzê di pêvajoyeke gelek hestiyar û aloz de derbas dibe.
Herêm, ji ber şerê di navbera Tehranê û DYA û Îsraîlê de ku di dawiya meha sibatê de dest pê kir û her wiha ji ber girîngiya stratejîk a Tengava Hurmuzê ku nêzîkî pêncê yekê petrol û gaza xwezayî ya cîhanê jê derbas dibe, bûye navendeke aloziyên leşkerî û aborî. DYA bi mebesta rawestandina hinardekirina petrola Tehranê, dorpêçeke giran a deryayî li ser benderên Îranê ferz kiriye, lê ji 1ê Îlonê ve artêşa DYA ti êrîşeke nû ya hewayî an mûşekî ya rasterast li dijî hedefên li ser axa Îranê pêk neaniye.
Çavkanî: Rûdaw