
Îranê ji bo teqîna nukleerî û radyasyonê ya gengaz hişyarî da welatiyan
Tahranê dijî îhtimala êrişa nukleerî talîmatên rewşa lezgîn belav kirin û berteka xwe ya dîplomatîk diyar kir.
Dema ku aloziya leşkerî ya di navbera DYA û Îranê de berdewam dike, rêveberiya Tahranê tedbîrên ku divê welatî di rewşa teqîneke nukleerî ya gengaz an jî belavbûna materyalên radyoyaktîf de bigirin, eşkere kirin. Heyva Sor a Îranê û medya dewletê bi belavkirina rêberên rewşa lezgîn gel agahdar kirin.
Di rêber de hat diyar kirin ku di dema teqînê de divê mirov xwe bispêrin avahiyek xurt, derî û pencereyan bigirin, sîstemên hewakirinê bidrawestînin û herî kêm 24 saetan di cihê girtî de bimînin. Hat pêşniyarkirin ku rastî ronahiyê nenêrin, xwe dirêjî erdê bikin û ser û ruyê xwe biparêzin, piştî ku pêla şokê derbas bû berê xwe bidin avahiya herî nêz û ji pencereyan dûr bimînin, eger xetereya agir an hilweşînê hebe herin cihê ewledar û piştî 24 saetan berî ku derkevin derve daxuyaniyên fermî bişopînin.
Sözcüyê Wezareta Karên Derve ya Îranê Kazim Xerîbabadî diyar kir ku eger êrişeke bi çekên nukleerî li ser welatê wan bibe, Îran dê tenê serî li rêyên dîplomatîk û hiqûqî nede û bi gotina "Destên me girêdayî nîn in" destnîşan kir ku dê bersiveke berfirehtir bidin. Her wiha teqez kir ku ev rewş dê zerarê bide baweriya Peymana Qedexekirina Belavbûna Çekên Nukleerî (NPT).
Rojnamevanê amerîkî Tucker Carlson li ser medya civakî îdîa kir ku rêveberiya Trump îhtimala bikaranîna çekên nukleerî li dijî Îranê dinirxîne û dibe ku di bin zexta Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu de li ber pêkanîna vê yekê be.
Çavkanî: Rûdaw