PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Berdevkê Artêşa Îranê: Baregehên DYA’yê di nava çarçoveya mûşek û firokeyên bêmirov ên Îranê de ne
Artêşa Îranê diyar kir ku kontrola Tengava Hurmuzê di destê wan de ye û baregehên DYA’yê yên li herêmê û derveyî wê, di nava çarçoveya çekên Îranê de ne.

Berdevkê Artêşa Îranê: Baregehên DYA’yê di nava çarçoveya mûşek û firokeyên bêmirov ên Îranê de ne

Artêşa Îranê diyar kir ku kontrola Tengava Hurmuzê di destê wan de ye û baregehên DYA’yê yên li herêmê û derveyî wê, di nava çarçoveya çekên Îranê de ne.

Berdevkê Artêşa Îranê Mihemed Ekremniya, bi tekezî got ku Tengava Hurmuzê di bin kontrola Tehranê de ye û hişyarî da ku baregeh û berjewendiyên DYA’yê yên li Kendavê û derveyî Rojavayê Asyayê, di nava çarçoveya mûşek û firokeyên bêmirov ên Îranê de ne.

Ekremniya da zanîn ku Hêzên Çekdar ên Îranê (Artêş, Pasdarên Şoreşê û polîs) ji pevçûnên rasterast ên di navbera xwe û DYA û Îsraîlê de ezmûnên girîng bi dest xistine û hêzên wan ji destpêka şer gelekî bihêztir in û di rewşa amadebaşiya tam de ne. Her wiha anî ziman ku keştiyên şer ên DYA’yê yên li herêmê paşve kişiyane, lê tekez kir ku metirsiya şer derbas nebûye.

Berdevk diyar kir ku îhtimala êrîşeke nû ya DYA’yê bi temamî ji holê ranebûye û di rewşeke wiha de, hêzên çekdar ên Îranê dê bersiveke pir tund û yekalîker bidin. Wî destnîşan kir ku ne tenê baregeh û berjewendiyên Amerîkayê yên li Kendavê û Rojavayê Asyayê, belkî yên li derveyî van herêman jî di nava çarçoveya mûşek û firokeyên bêmirov ên Îranê de ne.

Ev daxuyanî piştî ku rayedarên payebilind ên DYA’yê ji kanala Fox News re axivîn û ragihandin ku tîma ewlehiya neteweyî ya Donald Trump îhtimala destpêkirina operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê nirxandiye û roja 9’ê Mijdarê şert û mercên hewayê yên Rojhilata Navîn ji bo êrîşeke muhtemel gelekî guncaw in, hatin dayîn.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler