
Artêşa Îranê li Tengava Hurmuzê balafireke bêmirov a MQ-1 xist
Artêşa Îranê balafireke bêmirov a MQ-1 ku li ser Tengava Hurmuzê hatibû tespîtkirin, bi sîstemên xwe yên parastina ezmanî yên herêmî îmha kir.
Artêşa Îranê ragihand ku balafireke bêmirov a cureyê MQ-1 ku li Tengava Hurmuzê hatibû tespîtkirin, ji aliyê sîstemên parastina ezmanî yên herêmî yên artêşê ve hat lêdan û îmhakirin. Hat diyar kirin ku ev sîstem di bin kontrola tora hevgirtî ya parastina ezmanî ya welat de dixebitin.
Di daxuyaniya Yekeya Têkiliyên Giştî ya Artêşa Îranê de hat gotin ku ti agahî li ser wê yekê nehatiye dan ku ev balafira bêmirov a kîjan welatî ye û hûrgiliyên zêdetir li ser bûyerê nehatine parvekirin.
Di daxuyaniyê de hat bi bîranîn ku Îranê di demên ku di navbera wê û DYAyê de aloziyên şer hebûn de, gelek caran îdîa dikir ku balafirên bêmirov ên DYAyê xistine.
Çavkanî: Rûdaw