
Îran îdia dike ku li Kendavê zirar gihîştiye firokeyeke F-16 ya Amerîkî û tanker teqiyane
Artêşa Îranê û Pasdarên Şoreşê îdia kirin ku li Tengava Hurmuzê tankerên petrolê bi mayînan ketine, firokeyeke bêfirokevan a Amerîkî hatiye xistin û firokeyeke şer a F-16 ya Amerîkî jî zirar dîtiye û neçar maye bi awayekî lezgîn dakeve.
Hêzên Deryayî yên Pasdarên Şoreşa Îranê ragihandin ku li Tengava Hurmuzê hin tankerên petrolê bi mayînên deryayî ketine û teqiyane; bûyera yekem li nêzîkî Bendera Hesab û bûyera duyem jî nêzî sê kîlometre dûrî peravên Girava Ganemê pêk hatiye.
Pasdarên Şoreşê îdia kirin ku artêşa Amerîkayê sîstemeke berfireh a hewayî bi kar tîne ku ji firokeyên sotemeniyê, firokeyên şer ên F-16, F/A-18, F-35, firokeya çavdêriyê ya deryayî ya P-8 Poseidon, helîkopter û firokeyên bêfirokevan ên cureya MQ pêk tê û ev sîstem zemînê ji bo derbasbûna tankeran û veguhastina sotemeniyê ya bêdestûr amade dike.
Hêzên Hewayî û Fezayî yên Pasdaran ragihandin ku wan li rojavayê Tengava Hurmuzê firokeyeke bêfirokevan a çavdêrî û êrîşê ya bi navê MQ-9 a Amerîkî xistiye xwarê. Her wiha di heman rojê de, firokeyeke şer a F-16 ya Amerîkî ku ji aliyê sîstema berevaniya hewayî ya yekbûyî ya artêşa Îranê ve hatiye tespîtkirin, piştî avêtina mûşekekê û teqîneke nêzîk zirar dîtiye û pîlot neçar maye bi awayekî lezgîn dakeve.
Hêzên Deryayî yên Pasdarên Şoreşê ragihandin ku li derdora Tengava Hurmuzê sîstemên rêwîtiyê hatine girtin û ew ê bi tundî destwerdana wan keştiyan bikin ku bêyî koordînasyon û ji rêyên neqanûnî derbas dibin. Her wiha diyar kirin ku ev tevger wekî hevkariya bi artêşa Amerîkayê re û binpêkirin tê hesibandin.
Çavkanî: Kurdistan24