
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê: Salane nêzîkî 142 hezar bûyerên penceşêrê tên tomarkirin
Li Îranê her sal 390-400 bûyerên nû yên penceşêrê tên dîtin û heta sala 2040an dê ev rêje du qat zêde bibe.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, li welêt her sal nêzîkî 142 hezar bûyerên penceşêrê tên tomarkirin. Wezaretê diyar kir ku rojane 390-400 bûyerên nû yên penceşêrê tên tomarkirin û zêdetirî nîvê van bûyeran ji mêran pêk tê.
Di jinan de %28ê bûyerên penceşêrê wekî penceşêra pêsîrê hatine tespîtkirin. Hate tekez kirin ku rêjeya dîtina hin cureyên penceşêrê di meyla kêmbûnê de ye, ev rewş ne tenê taybetî Îranê ye û li seranserê cîhanê jî meyleke bi vî rengî heye.
Li gorî pêşbîniyên wezaretê, di navbera salên 2020-2040an de bûyerên penceşêrê dê %115 zêde bibin; di heman heyamê de zêdebûna cîhanî %63 tê texmînkirin. Ev tê wê wateyê ku zêdebûna penceşêrê li Îranê dê nêzîkî du qatê rêjeya navînî ya cîhanê be.
Çavkanî: Rûdaw