PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Aborî
Aborî

Dadgehên Îranê Biryar Dan Ku DYA 290 Milyar Dolar Qerebû Bide
Dezgehên dadwerî yên Îranê, DYA bi dana 290 milyar dolar qerebûyê mehkûm kirin û dijî welatên Erebî yên Kendavê jî doz vekirin.

Dadgehên Îranê Biryar Dan Ku DYA 290 Milyar Dolar Qerebû Bide

Dezgehên dadwerî yên Îranê, DYA bi dana 290 milyar dolar qerebûyê mehkûm kirin û dijî welatên Erebî yên Kendavê jî doz vekirin.

Serokê Navenda Parêzeran a Desthilata Dadwerî ya Îranê Hesen Ebduliyanpûr, roja Duşemê 23ê Çiriya Paşîn a 2026an di daxuyaniyekê de ragihand ku dadgehên herêmî biryar dane ku divê DYA 290 milyar dolar qerebû bide.

Ebduliyanpûr diyar kir ku her wiha dijî welatên Erebî yên Kendavê jî gelek doz hatine vekirin, bi tohmeta ku wan rê daye DYA axa wan di êrîşên li ser Îranê de bi kar bîne.

Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya Îranê, ev biryarên qerebûyê kiryarên DYAyê yên di deha salên dawî de li xwe digirin. Alozî li herêmê di 28ê Sibatê de piştî êrîşên DYA û Îsraîlê dest pê kiribû ku di wan êrîşan de rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamneyî jiyana xwe ji dest dabû; Îranê jî wek bersiv êrîşên fûze û balafirên bêmirov biribûn ser welatên herêmê.

Di belgeya lihevtêgehiştinê de ku di meha Xizîranê de li Îslamabadê hatibû îmzakirin, hatibû pêşbînîkirin ku Washington û hevpeymanên wê yên herêmî bo avaedankirin û geşepêdana aborî ya Îranê planeke herî kêm 300 milyar dolarî amade bikin. Îran bi deha salan e di bin cezayên girên DYAyê de ye.

Jêder: Kurdistan24

İlgili haberler