PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Peyvendarê Wezareta Derve ya Îranê Beqayî Hêvî Kir Ku Kêşeyên di Navbera PDK û YNKê de di Çarçoveya Destûrê de Bêne Çareserkirin
Peyvendarê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî daxwaz kir ku kêşeyên di navbera PDK û YNKê de û yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de li ser bingehê Destûra Iraqê bêne çareserkirin.

Peyvendarê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî teqez kir ku Destûra Iraqê çarçoveya yasayî ji bo hemû pirsgirêkên siyasî û nakokiyên navxweyî yên li wî welatî diyar dike.

Beqayî diyar kir ku ew hêvî dikin ku cudahiya dîtinan a di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de li Herêma Kurdistanê û bi heman awayî kêşeyên di navbera herêmê û hikûmeta federal a Iraqê de li ser bingehê destûrê bêne çareserkirin.

Peyvendar ev daxuyaniye di civîneke rojnamevanî de ku roja Duşemê, 9î Mijdara 2026an hatibû organîzekirin, li ser pirsiyara nûçeyên ajansa fermî ya Îranê da.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler