PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Li Îspanyayê du trênên lezgin li hev xistin, hejmara miriyan bû 68
Li nêzîkî Toledo ya Îspanyayê di encama lihevxistina du trênên lezgin de 68 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Îspanyayê du trênên lezgin li hev xistin, hejmara miriyan bû 68

Li nêzîkî Toledo ya Îspanyayê di encama lihevxistina du trênên lezgin de 68 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li herêma nêzîkî bajêrê Toledo yê Îspanyayê du trênên lezgin yên rêwiyan li hev xistin. Di qezayê de hejmara yên ku mirin gihîşt 68 kesî. Ji trênên ku li hev xistin yek a şirketa Iryo û ya din jî a Renfe AVE bû.

Serokê hikûmeta herêma xweser a Castilla La Mancha, Emiliano Garcia Page ragihand ku di trêna Iryo de 44 kes û di trêna Renfe AVE de jî 24 kes jiyana xwe ji dest dane. Wî diyar kir ku li cihê bûyerê 15 kes giran birîndar bûne û bi giştî 53 kes li nexweşxaneyê têne tedawîkirin.

Serokwezîr Pedro Sanchez piştî qezayê li seranserê welat sê roj şîna fermî ragihand. Sanchez bal kişand ser qezayeke din a trêna lezgin ku di 18ê Çile de li nêzîkî Cordobayê çêbûbû û tê de 46 kes miribûn, û got ku ev rewş nayê qebûlkirin. Hat destnîşankirin ku lêpirsîna li ser qezayê wê heta dawiyê berdewam bike û eger xemsarî hebe wê bê derxistin holê.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler