
Matan Kahana bû Serokê Meclîsê, Ofir Katz li paş ma
Namzedê hevpar ê bloka opozîsyona Îsraîlê Matan Kahana, namzedê koalîsyonê Ofir Katz têk bir û bû Serokê Meclîsê.
Di dengdana ku bi pêşengiya bloka opozîsyonê li Meclîsa Îsraîlê hat kirin de, ji 120 parlamenteran 66 kesan dengê xwe dan parlamenterê Partiya Yashar Matan Kahana, 52 kesan dengê xwe dan parlamenterê Likud Ofir Katz; 2 parlamenteran jî deng nedan. Kahana, namzedê ku ji aliyê koalîsyona bi serokatiya Serokwezîrê demkî Binyamin Netanyahu ve dihat piştgirîkirin têk bir û bû Serokê Meclîsê.
Dengdan di rûniştina ku bi daxwaza 67 parlamenteran hatibû lidarxistin de, bi pêşengiya lîderê bloka opozîsyonê Gadi Eisenkot pêk hat. Partiyên ereb ên ku di hilbijartina 27ê Cotmehê de bi bidestxistina 19 kursiyan gihîştibûn rewşeke krîtîk, piştgirî dan namzedê blokê Kahana.
Berî hilbijartinê Ofir Katz daxwaz ji parlamenterên eslê xwe filistînî kiribû ku deng nedin û gotibû, "Dengê xwe nedin min, ez ne amade me ku meqamê Serokatiya Meclîsê qirêj bikim." Lîsteya Hevpar û Partiya Raam jî berî dengdanê ragihandibûn ku ew ê piştgiriyê bidin Kahana.
Kahana di axaftina xwe ya yekem de wekî Serokê Meclîsê diyar kir ku pêşnûmeyên qanûnê yên têkildarî betalkirina reformên darazê yên nakokbar ên hikûmeta Netanyahu û qanûnên din, dê di nava vê hefteyê de bên pêşkêşkirin. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku Eisenkot xwedî şiyana avakirina hikûmeteke yekgirtî ye û lîderê Partiya Demokratan Yair Golan peyameke bi vî rengî parve kir: "Me Serokê Meclîsê guhert, niha em ê hikûmetê biguherînin."
Çavkanî: Rûdaw