PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Cîhan
Cîhan

Ji DEM, TJA û HDK’ê li Stenbolê daxuyaniya Roja Kobanê ya Cîhanê
Partiya DEM, Tevgera Jinên Azad û HDK, di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li Şişliyê li ber Konsolosxaneya Sûriyeyê daxuyaniyeke hevpar dan.

Ji DEM, TJA û HDK’ê li Stenbolê daxuyaniya Roja Kobanê ya Cîhanê

Partiya DEM, Tevgera Jinên Azad û HDK, di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li Şişliyê li ber Konsolosxaneya Sûriyeyê daxuyaniyeke hevpar dan.

Partiya DEM, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Stenbol Şişliyê li ber Konsolosxaneya Sûriyeyê daxuyaniyeke hevpar pêk anîn. Nûnerên partî û rêxistinên civaka sivîl, Dayikên Aştiyê û gelek beşdar di daxuyaniyê de amade bûn.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Em şoreşa jinan a navneteweyî silav dikin" hat vekirin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Kobanê" û "Kobanê ya me ye, rûmeta me ye" hatin berzkirin. Metna kurdî rêveberê DBP’ê yê Herêma Marmarayê Mevlûd Aykoç xwend; Aykoç diyar kir ku di 15’ê Îlona 2014’an de DAIŞ’ê dorpêça li ser Kobanê da destpêkirin û bi berxwedana 134 rojan re rû bi rû ma.

Aykoç bal kişand ser wê yekê ku berxwedana Kobanê semboleke xurt a piştevaniya navneteweyî ye û bi bîr xist ku bi banga akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan û xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê "Roja Kobanê ya Cîhanê" hatiye ragihandin. Her wiha got ku divê kesên di çarçoveya Doza Kobanê de girtî ne, di nav wan de Figen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî hene, bên berdan.

Di dawiyê de, Aykoç diyar kir ku çareseriya mayînde ya li Sûriyeyê bi naskirina mafên kurdan, garantîkirina mafên ziman û çandê û naskirina rêveberiyên xwecihî pêkan e û got: "Sûriyeyeke demokratîk, tê wateya Rojhilata Navîn a demokratîk."

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler