
Walîtiya Stenbolê: Ew ajala li Sariyerê hatî dîtin şêr nebû
Li ser îdiaya dîtina şêrekî li Sariyerê lêkolîn hatin kirin û hat diyarkirin ku ew ajal ne şêr e.
Walîtiya Stenbolê, li ser agahdariya ku di êvara 22ê Mijdarê de li herêma daristanî ya taxa Uskumruköyê ya navçeya Sariyerê şêrek hatiye dîtin, dest bi lêkolînê kir. Li ser vê agahiyê tîmên Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî, Cendirme, AFAD, Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û xizmetên veterîneriyê yên Şaredariya Sariyerê dest bi xebatên lêgerînê kirin.
Tîman bi dronên xwedî kamerayên termal ji hewayê û bi tîmên bejayî jî qad lêkolîn kirin; di heman demê de xebatên xwarinê hatin kirin û fotokapanên bi sensorên livînê hatin bikaranîn. Di pêvajoya lêgerînê de tu delîlekî şênber ku hebûna şêrekî piştrast bike nehat dîtin.
Di 23ê Mijdarê de dîmenên ku ji aliyê tîman ve ji goşeyên cuda hatin bidestxistin hatin lêkolînkirin û hat diyarkirin ku ew ajal ne şêr e û ne jî cureyekî din ê pisîkên mezin e. Walîtiyê daxuyand ku ewlehiya canê welatiyan ji bo wan di rêza pêşîn de ye û ew ê îxbarên bi vî rengî bi hûrgilî binirxînin û eger agahiyeke nû bigihêje wan, ew ê dîsa lêkolînê bikin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin; xebatên ji bo tespîtkirina xwediyê ajalê û ku ji ku derê reviyaye berdewam dikin.
Çavkanî: Rûdaw