
Li Swêdê 6 parlamenterên Kurd cara yekem bi nûnerên diyasporayê re hatin ba hev
Şeş parlamenterên Kurd ên ku bo Parlamentoya Swêdê hatine hilbijartin, piştî hilbijartinan bi diyasporaya Kurd re civînek li dar xistin.
Şeş parlamenterên Kurd ên ku di hilbijartinên dawî de ji partiyên cuda hatine hilbijartin bo Parlamentoya Swêdê, piştî hilbijartinan cara yekem bi nûnerên diyasporaya Kurd re hatin ba hev. Civîn bi alîkariya Federasyona Komeleyên Kurd û Komîteya Hevkariya Partiyên Siyasî yên Kurdistanê hat lidarxistin.
Armanca civînê ew bû ku têkiliyên Kurdên li diyasporayê bi parlamentoyê re xurt bikin û rêyên piştgirîdayîna Kurdistanê binirxînin. Serokê Federasyona Diyasporaya Kurdistanî ya Swêdê Selam Kurde, di daxuyaniyekê de ji bo bernameya Diyaspora ya Rûdawê got: "Em bi salan e dixebitin ku tora têkiliyan a di navbera Kurdan, Parlamentoya Swêdê û siyasetmedaran de pêş bixin, têkiliyên Kurdên li diyasporayê bi parlamentoyê re xurt bikin û mijarên nû yên derbarê çawaniya piştgirîdayîna Kurdistanê de gotûbêj bikin."
Selam Kurde bal kişand ser wê yekê ku cihgirtina şeş parlamenterên Kurd ên ji partiyên cuda di Parlamentoya Swêdê de cihê kêfxweşiyê ye û nêzîkatiya diyasporayê bi vî awayî kurt kir: "Siyaseta diyasporaya Kurdistanî ew e ku em li gorî siyaset û yasayên welatên ku em tê de dijîn tevbigerin û wekî welatiyên wan welatan tevbigerin."
Çavkanî: Rûdaw