
Swîsreyê xetereya dersînorkirina rojnamevanê Kurd Mehmet Kiliç û malbata wî pesend kir
Swîsreyê serlêdana penaberiyê ya rojnamevan Mehmet Kiliç a sala 2025an red kir û wî bi hevjîn û du zarokên xwe re bi xetereya dersînorkirinê re rû bi rû dihêle.
Mehmet Kiliç ê ku wekî nûçegihan di rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat de xebitiye, di navbera salên 2000-2010an de li derdora Semsûr, Riha û Amedê karê belavkirina rojnameyan, karên darayî û carinan jî nûçegihaniya qadê kiriye. Wî diyar kir ku di dema xebata xwe de rastî zextên polîsan, binçavkirin û gefan hatiye, carekê ji aliyê cendirmeyan ve hatiye binçavkirin û serî li dozgeriyê daye.
Kiliç bi hinceta ku ji ber çalakiyên xwe yên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê di bin xetereya doz vekirin û binçavkirinê de ye, di Îlona 2023an de bi hevjîna xwe Gulşen û zarokên xwe Denîz û Delal re xwe spart Swîsreyê. Sekreteriya Dewletê ya Koçberiyê ya Swîsreyê (SEM), di sala 2025an de serlêdana penaberiyê red kir û vê nêrînê parast ku eger Kiliç vegere Tirkiyeyê, ji ber sedemên siyasî rastî doz vekirinê an jî xetereya ewlehiyê nayê.
Dadgeha Îdarî ya Federal a Swîsreyê ku li ser îtîrazê dosye lêkolîn kir, hefteya borî biryara redkirinê ya SEMê pesend kir. Kiliç ê ku li Bernê dijî, piştî vê biryarê diyar kir ku ew bi hevjîn û du zarokên xwe re di bin xetereya dersînorkirinê de ye û eger bê şandin Tirkiyeyê, dibe ku careke din bê binçavkirin, girtin û rastî gefan bê.
Çavkanî: Bianet