PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Li Îtalyayê piştî îxbara bombeyê 300 dibistan hatin valakirin
Li seranserê welat ji ber e-nameyên îxbara bombeyê yên bi heman naverokê herî kêm 300 dibistan hatin valakirin.

Li Îtalyayê piştî îxbara bombeyê 300 dibistan hatin valakirin

Li seranserê welat ji ber e-nameyên îxbara bombeyê yên bi heman naverokê herî kêm 300 dibistan hatin valakirin.

Li seranserê Îtalyayê ji gelek dibistanan re e-namenameya îxbara bombeyê ya bi heman naverokê hat şandin. Li ser van îxbaran herî kêm 300 dibistan hatin valakirin û xwendekar birin herêmên ewle.

Wezîrê Perwerdeyê Giuseppe Valditara diyar kir ku dibe ku hejmara dibistanên hatine valakirin zêde bibe. Di e-namenameya ku ji dibistanan re hatî şandin de îmzeya "Mikhail Andropov" heye; heman îmze di gefên bombeyan de yên li Îrlanda û Bulgaristanê jî hatibû bikaranîn.

Polîsên Îtalyayê li ser van îxbarên bombeyê ku li seranserê welat bûn sedema tirsê, lêpirsîn dan destpêkirin. Ev bûyer di serdemekê de çêbû ku fikarên li ser gefên ku li Ewropayê wekî şerê hîbrîd tên binavkirin zêde bûne.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler