
Cotekî Îtalyanî gera xwe ya cîhanê ya bi bîsîklêtê li Rihayê bi dawî kir
Simone Gislimberti û Chiara Cattani, tûra xwe ya bîsîklêtê ya 20 hezar kîlometreyî ya ku du salan dom kir, li Rihayê ku dikeve başûrê rojhilatê Tirkiyeyê, bi dawî anîn.
Simone Gislimbertiyê 27 salî ku darçêker e û hevjîna wî ya biyolog Chiara Cattani, nêzî du sal berê ji Girava Tazmanyayê ya Awustralyayê derketin rê. Wan bi rêyeke bîsîklêtê ya ku 20 hezar kîlometre derbas kir, li welatên wekî Sîngapûr, Malezya, Tayland, Vîetnam, Çîn, Qirgizistan, Tacîkistan, Ozbekistan, Efxanistan, Ermenistan û Gurcistanê geriyan û gihîştin Tirkiyeyê.
Cot, du hefte berê piştî ku ji Gurcistanê derbasî Tirkiyeyê bûn, serdana Qers, Agirî, Mûş, Batman, Mêrdîn û Amedê kirin û piştre hatin Rihayê. Wan diyar kir ku piştî gera Rihayê, ew ê tûra xwe ya Tirkiyeyê li Muglayê bi dawî bikin û bi keştiyê ji welêt derkevin.
Simone Gislimberti got ku armanca rêwîtiya wan ew e ku cîhanê bi çavên xwe bibînin û çandên cuda nas bikin. Wî bal kişand ser wê yekê ku ew ji mêvanperweriya li Tirkiyeyê pir bandor bûne, Riha ji bo bîsîklêtê bajarekî guncaw e û xelkê herêmê bi germî û bi hezkirin nêzî tûrîstan dibin. Ji Mûşê û pê ve, malbatên ku wan li malên xwe mêvan kirin, her roj çay, xwarin û cihê razanê pêşkêşî wan kirin.
Chiara Cattani jî behsa zehmetiyên rêwîtiyê kir û got ku wan bi taybetî li Çînê, li herêmên bilind, mehekê di bin sifirê de bi bîsîklêtê geriyane û di baranên zêde de di konan de mane. Lêbelê, wê anî ziman ku mirovên li çar aliyên cîhanê, bi taybetî jî mirovên li Tirkiyeyê, ew bi germî pêşwazî kirine û ev ezmûn ji bo wan gelek bi qîmet e.
Çavkanî: Rûdaw