
Li Japonyayê li eyaletên Shizuoka û Aichi erdhejek bi mezinahiya 5,7an çêbû
Saziya Meteorolojiyê ya Japonyayê ragihand ku li rojavayê Shizuoka erdhejek bi mezinahiya 5,7an çêbûye û bi kêmanî 20 kes li eyaleta Aichi birîndar bûne.
Saziya Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) diyar kir ku bi mezinahiya 5,7an erdhejek di saet 01.04an de bi dema herêmî li rojavayê eyaleta Shizuoka çêbûye û kûrahiya erdhejê 40 kîlometre hatiye qeydkirin.
Erdhej ji bilî Shizuoka, li eyaletên Aichi, Nagano, Gifu û Mie jî bi dijwarî hat hîskirin; hat ragihandin ku xetereya tsunamiyê tune ye.
Li gorî agahiyên yekem tu kesî jiyana xwe ji dest neda ye, lê li eyaleta cîran Aichi bi kêmanî 20 kes birîndar bûne. Serokwezîra Japonyayê Sanae Takaichi piştî erdhejê duyand ku nivîsgeheke têkiliyê ya krîzê hatiye çêkirin û ji kesên li herêmê daxwaz kir ku beramberî erdhejên mîna vê baldar bin.
Çavkanî: Kurdistan24