PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

JD Vance: Di danûstandinên bi Îranê re li ser zemîna lihevkirinê geşbîn im
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance diyar kir ku ew di derbarê îhtimala gihîştina lihevkirineke bi rêya danûstandinan a bi Îranê re, geşbîn in.

JD Vance: Di danûstandinên bi Îranê re li ser zemîna lihevkirinê geşbîn im

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance diyar kir ku ew di derbarê îhtimala gihîştina lihevkirineke bi rêya danûstandinan a bi Îranê re, geşbîn in.

JD Vance li Baregeha Hewayî ya Joint Base Andrews ji rojnamegeran re got ku bi rêveberiya Tehranê re çend hevdîtinên avaker hatine kirin û di vê pêvajoyê de pêşketin hatine bidestxistin.

Vance anî ziman ku ew û Serok Donald Trump di derbarê îhtimala gihîştina lihevkirineke bi rêya danûstandinan de gelek geşbîn in û ew ê bi biryardarî xebatên xwe bidomînin.

Vance bal kişand ser helwesta neçaverêkirî ya Îranê û diyar kir ku Trump hemû vebijarkên leşkerî û neleşkerî li ser maseyê dihêle û pêşîniya sereke ya Washingtonê ew e ku bi awayekî teqez rê li ber vejandina bernameya navokî ya Îranê bigire.

Vance li ser pirsa ka ji bo destwerdaneke leşkerî ya gengaz, dem dane rêveberiya Tehranê an na, bi gotina "Na" bersiv da û got ku ji bo lihevkirinek pêk were, divê Îran sozên teqez û di asta navneteweyî de piştrastkirî bide ku ew ê bernameya xwe ya navokî ji nû ve ava neke.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler