PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Kurdistan
Kurdistan

Kadir Satık: "Kes Me Wekî Me Naparêze"
Yek ji damezrînerên Înîsiyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê, weşanger Kadir Satık: "Pêwîstiya kurdan ne bi tenê bi yekîtiyê, belkî bi bihevre tevgerînê û pêşxistina refleksên hevpar heye."

Kadir Satık: "Kes Me Wekî Me Naparêze"

Yek ji damezrînerên Înîsiyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê, weşanger Kadir Satık: "Pêwîstiya kurdan ne bi tenê bi yekîtiyê, belkî bi bihevre tevgerînê û pêşxistina refleksên hevpar heye."

*Kadir Satık di sala 1966an de hatiye dinê. Di dawiya salên 1970yî de, dema ku hê deh salî bû, bi rêya xebatên siyasî yên bav û birayên xwe, bi meseleya Kurdistanê re nas kir. Di derbeya 12ê Îlona 1980yî de bav û birayên wî hatin girtin, salên ciwaniya wî li ber deriyên girtîgehan derbas bûn. Paşê li Stenbolê di Weşanxaneya Komal a ku ji nû ve hatibû vekirin de xebitî û berpirsyariya weşanxaneyê girt ser xwe. Di salên ku kovara Stêrka Rizgarî derdiket de, rastî binçavkirin, îşkence û lêpirsînên polîsan hat, bi giştî yanzdeh salên xwe di girtîgehê de derbas kir. Piştî ku ji girtîgehê derket derbasî Ewropayê bû. Di xebatên weşangeriyê yên ku bi pêşengiya birayê wî dihatin meşandin de, di nav tîma ku Le Monde diplomatique kurdî derxist de cih girt, paşê di damezrandina Weşanxaneya Rûpel de ku pirtûkên bi kurdî û tirkî li ser ziman, wêje û dîroka kurdan diweşîne, cih girt.

Ew di nav delegeyên Platforma Neteweyî ya Kurd de bû ku di Adara 2026an de li Amedê konferansek li dar xistibûn. Di Gulana 2026an de, bi hinceta ku daxuyaniya encamê û xebatên meclîsê ketine bin kontrola derdoreke teng, ew bû yek ji şazdeh kesên ku ji platformê veqetiyan. Van şazdeh kesan Înîsiyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê ava kirin. Di Cotmeha 2026an de, di nivîsa xwe ya bi sernavê "Heke Em Xwe Neparêzin, Kes Me Naparêze" de, piştî vekişîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji Iraqê, bang li kurdan kir ku xwe bispêrin hêza xwe, dîasporayeke rêxistinkirî û bertekên sivîl. Me bi Satik re li ser sedemên avakirina înîsiyatîfê, lêgerînên yekîtiyê yên li Bakurê Kurdistanê, pêvajo, ewlehiya Başûr û erkên dîasporayê axivî.

Kadir Satık Kî ye?

1. Hûn li ku ji dayik bûn, we di nava malbateke çawa de mezin bûn? Hûn kengî û li cem kê tevlî siyaseta kurd bûn?

Di dawiya salên 1970yî de, dema ku hêj temenê min deh sal bû, min xwe di nav serdemeke wiha de dît ku meseleya Kurdistanê dihat nîqaşkirin. Ji ber ku bavê min û birayên min ji bo armancên siyasî di nav vê pêvajoyê de bûn, ez jî ketim vê rêyê. Dema ku di sala 1980yî de derbeya leşkerî çêbû, bavê min û birayên min hatin girtin. Heya temenê min bû heftdeh, hejdeh salî, jiyana min li ber deriyên girtîgehan derbas bû; birayên min di hundir de bûn û mecbûr bûm her hefte biçim serdanê.

2. Hûn çawa ketin nav karê weşangeriyê, ev rê çawa hûn anîn xebatên îro?

Weşanxaneya Komal a ku di 12ê Îlonê de hatibû girtin, paşê li Stenbolê ji nû ve hat vekirin. Ez jî li Komalê dest bi kar kirim, piştre min berpirsyariya weşanxaneyê girt ser xwe. Di vê navberê de kovara Stêrka Rizgarî jî dest bi weşanê kir. Di heman salan de ji bo min jî îşkence, lêpirsînên polîsan û girtîgeh dest pê kirin. Her kes dizane ku di wê demê de weşangeriya Kurdî di bin çi şert û mercan de dihat kirin: serdegirtinên polîsan, binçavkirin, biryarên komkirina pirtûkan. Di vê pêvajoyê de yanzdeh salên jiyana min di girtîgehê de derbas bûn.

Dema ez ji girtîgehê derketim, êdî derfeteke min a jiyanê li Tirkiyeyê nemabû; zext berdewam dikir û neçar mam ku derkevim Ewropayê. Li wir dema min bi zehmetiyên debariyê re têdikoşiya, min dîsa di nav karê weşangeriyê de cih girt ku bi pêşengiya birayê min dihat meşandin. Me dest bi weşandina yek ji rojnameyên herî bi rûmet ên cîhanê Le Monde diplomatique kurdî kir. Piştre me Weşanxaneya Rûpelê ava kir; me li ser ziman, wêje û dîroka Kurdan pirtûkên bi Kurdî û Tirkî derxistin û me ev xebat berdewam kir.

Piştî vê serdemê, min dest bi xebatê kir ku Kurd bi hev re tevbigerin. Li kû derê Kurdekî karek dikir, min hewl da piştgiriya wî bikim, li kû derê yekîtiyek dihat avakirin min hewl da li pişt wê bisekinim; min partî, komele, rêxistin an jî xebata çandî ji hev cuda nekir. Lê dîsa jî ez nabêjim "yekîtiya Kurdan".

Pêwîstiya Kurdan ne bi yekîtiyê, bi bi hev re tevgerînê û pêşxistina refleksên hevpar heye.

Înîsiyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê bi vê têgihîştinê dest bi xebatê kir, ez jî di nav vî pêvajoyî de cih girtim. Beşdarbûna heft komên bi hev re di konferansa ku dê di 7ê Mijdarê de bê lidarxistin de, ji bo min gelek girîng e: Înîsiyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Tevgera Vejînê ya Kurdistanê (VEJÎN), PÊLKURD û Kesayetên Serbixwe yên Kurdistanî. Ez dibînim ku ev heval bêyî ku xwe pêş bixin, bi awayekî samîmî reflekseke bi hev re tevbigerin nîşan didin û ev yek min gelek kêfxweş dike. Ez heta dawiyê piştgiriya vê pêvajoyê dikim.

Ji Platformê ber bi Înîsiyatîfê ve

Di 3yê Adara 2026an de hûn bi kîjan hêviyê çûn konferansa Amedê?

Ez bi hêviya ku li Bakurê Kurdistanê zemîneke bi rastî neteweyî were avakirin, çûm konferansa Amedê ya Adara 2026an. Tişta ku min hêvî dikir, pêvajoyek bû ku tê de metnên amadekirî nehatibûn ferzkirin û derdorên cuda yên siyasî û rewşenbîrî karibûn di çarçoveyeke neteweyî ya hevpar de bicivin.

4. Di daxuyaniya xwe ya veqetînê de we nivîsand ku metna "Destpêka Nû" ya ku berê hatibû amadekirin, wekî daxuyaniya encamê hatiye pêşkêşkirin. Ev çawa çêbû, bersiva îtirazên we çi bû?

Wekî daxuyaniya encamê pêşkêşkirina metna "Destpêka Nû" bêyî ku were nîqaşkirin, nîşan da ku pêvajo bi awayekî şefaf nayê meşandin. Îtirazên me bi hinceta "bila yekîtî xera nebe" hatin paşguhkirin. Meseleya sereke ne naveroka metnê, lê awayê ferzkirina wê bû.

Platformeke neteweyî, bi ferzkirina metneke ku komekê berê nivîsiye li ser herkesî nayê avakirin.

5. Beriya ku hûn veqetin, we hewl da ku hûn di hundir de bimînin û têbikoşin? Hûn di kîjan xalê de gotin "Êdî nabe"?

Erê, me xwest em di hundir de bimînin û çareser bikin. Me çend caran bi nivîskî îtîraz kir û me çarçoveyeke alternatîf pêşniyar kir. Lê gava pêvajo kete bin kontrola derdoreke teng û rexne bi tohmeta "têkbirina yekîtiyê" hatin pêşwazîkirin, me dît ku di hundir de man ti wateya xwe nemaye. Wê gavê ku me got "Êdî nabe", ew gav bû ku li şûna îradeya hevpar, ferzkirina yekalî derket pêş.

6. Ji zemîneke ku ji bo yekîtiyê hatiye avakirin veqetîn, wekî zêdekirina xeleke din li ser perçebûnê tê xwendin. Bersiva we ji vê rexneyê re çi ye?

Veqetîna ji zemîneke ku ji bo yekîtiyê hatiye avakirin, xizmeta perçebûnê nake. Di zemîneke şaş de man û rêgirtina li ber yekîtiyeke rast, ziyaneke pir mezintir dide. Veqetîna me, beşek ji lêgerîna yekîtiyeke xurtir û pêbawertir a li dora prensîbên neteweyî ye. Kurd neçar in bi hev re tevbigerin; lê ev yekîtî nikare li ser ferzkirin û monopolê were avakirin.

7. Înîsiyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê partî ye, komeke rewşenbîran e, yan jî komeke zextê ye? Ji bo sala pêşiya me armanca we ya şênber çi ye?

Înîsiyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê ne partiyek e û ne jî tenê komeke rewşenbîran e. Ew înîsiyatîfek e ku prensîbên neteweyî diparêze û li ser partiyên siyasî û beşên civakî xwedî hêza zext û rêberiyê ye. Armanca me ya şênber ji bo sala bê ew e ku em ji "Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê" ya 7ê Mijdarê, bi daxuyaniyeke encamnameyê ya ku baweriyê dide û di qada navneteweyî de tê xwendin derkevin û beşdariyê li vê yekê bikin ku ev zemîn bibe "Hevbendî"yeke mayînde.

8. Daxuyaniya we bi tekezîkirina "prensîbên neteweyî yên ku miletên azad esas digirin" diqediya. Ji bo ku avahiyek li ber çavê we "neteweyî" bê qebûlkirin, divê çi qebûl bike?

Ji bo ku avahiyek wekî neteweyî bê qebûlkirin, divê îradeya hevpar a mileta Kurd esas bigire, berjewendiya tu tevger an partiyekê ji berjewendiya neteweyî bilindtir negire û di qada navneteweyî de wêneyê ku Kurd lîstikvanên pêbawer, aram û dikarin bi hev re tevbigerin in, xurt bike.

Prensîbên neteweyî yên ku miletên azad esas digirin diyar in: serwerî, mafê çarenivîsê û hêza xweser a rêxistinkirî.

Yekîtî li Bakurê Kurdistanê

9. Înîsiyatîf beşdarî Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê dibe ku di 7ê Mijdarê de li Amedê tê lidarxistin. Înîsiyatîf çi dibe ser vê maseyê? Hûn ji konferansê û ji Hevbendiya ku bê avakirin çi hêvî dikin?

Wekî Înîsiyatîf, em pêşniyareke yekîtiyê ya bê ferzkirin, şefaf û li ser bingehên neteweyî dibin ser maseyê. Hêviya me ji konferansê û ji Hevbendiya ku bê avakirin ew e ku, beşên siyasî û civakî yên Kurd ên ku li derveyî polîtîkayên entegrasyonê yên bi navenda PKK’ê dimînin, di çarçoveyeke neteweyî ya hevpar de bicivin û bi daxuyaniyeke encamê ya ku hem ji bo raya giştî ya Kurd û hem jî ji bo muhatabên navneteweyî baweriyê dide, derkevin. Divê yekîtî ne wekî sloganekê, lê wekî helwesteke siyasî ya bi îstiqrar û pêşbînîkirî were dîtin.

10. Li Bakurê Kurdistanê çima hewldanên yekîtiyê her belav dibin? Ji bo ku yekîtî li ser piyan bimîne kîjan rêgez şert e?

Hewldanên yekîtiyê li Bakur an ji ber ku dixwazin di bin hegemonya tevgereke tenê de kom bibin, an jî ji ber hesabên siyasî yên kurt-demî belav dibin. Ji bo ku li ser piyan bimîne, rêgeza bingehîn ev e: Divê tu tevgereke siyasî zemîna neteweyî neke bin monopolê xwe, biryar divê bi îradeya hevpar bên girtin û mekanîzmayek bê avakirin ku pêşî li gavên nişkave û yekalî yên ku baweriya navneteweyî xera dikin, bigire.

11. Partiyên Kurdistanî bi salan e gotareke neteweyî bi kar tînin lê di sindoqan de biçûk dimînin. Çiqas ji vê zext e, çiqas ji vê şaşiyên wan bi xwe ne?

Para zextê bêguman mezin e; lê şaşiyên me bi xwe jî ne kêm in. Me nikarî gotara neteweyî bi siyaseteke kurumsal û bi îstîqrar a ku di sindoqan û qada navneteweyî de bersiva wê heye, bikin yek. Li Başûr yekkirina Pêşmergeyan di bin yek fermandariyê de, nîşan dide ku avakirina vê baweriyê mimkun e. Li Bakur jî heman îstîqrar û ciddiyeta kurumsal pêwîst e.

Pêvajo

12. Artêşa Tirk li Kurdistanê ye, êrîşên li ser parçeyên din berdewam dikin. Di vê tabloyê de bikaranîna peyva "aştî" mimkun e?

Dema artêşa Tirk li beşên cuda yên Kurdistanê be û êrîş berdewam bin, bikaranîna peyva "aştî"yê tê wateya veşartina rastiyê. Aştiya rastîn tenê di zemînekê de pêkan e ku hebûna siyasî ya miletê Kurd bê naskirin, hêza wî ya xweser bê qebûlkirin û bi garantiyên navneteweyî bê piştgirîkirin. Di tabloya îro de, gotara "aştî"yê zêdetir xizmeta rêveberiyeke yekalî ya pêvajoyê dike.

13. Li ser maseya pêvajoyê miletê Kurd tê temsîlkirin, yan tenê tevgereke yekane? Mafê çarenivîsa Kurdan li ser vê masê tê axaftin?

Li ser maseya pêvajoya heyî ne miletê Kurd, bi giranî tenê tevgereke yekane tê temsîlkirin. Mafê çarenivîsa Kurdan li ser vê masê bi eşkere nayê axaftin. Ev rewş hem îradeya neteweyî û hem jî baweriya navneteweyî lawaz dike. Lê belê Başûr nîşan dide ku Kurdên dikarin bi saziyên xwe tevbigerin, çi dikarin bikin.

Başûrê Kurdistanê û Hêza Xweser

14. Di nivîsa xwe ya meha Cotmehê de, we gotina Serok Mesûd Barzanî ya "Heke em xwe neparêzin, kes me naparêze" wekî pênaseya erkekê xwend. Ji dema vekişîna Amerîkayê ya ji Iraqê di 30ê Îlonê de, li qadê çi guherî?

Min gotina Mesûd Barzanî ya "Heke em xwe neparêzin, kes me naparêze" wekî pênaseya erkê xwend. Piştî vekişîna Amerîkayê ya ji Iraqê di 30ê Îlonê de, guhertina herî girîng a li qadê, lezkirina gavên sazûmanî yên Kurdistanê bû. Destpêşxeriyên ji bo yekkirina Pêşmergeyan di bin fermandariyeke yekgirtî de û ji nû ve xebitandina Parlamentoyê di meha Îlonê de, peyama "Kurd dikarin di nava xwe de aramiyê pêk bînin" dide aktorên navneteweyî. Wateya pratîkî ya tekezîkirina li ser hêza xweser ev e.

15. Parastina hewayî ya Herêma Kurdistanê nîne, êrîş berdewam dikin. Hêza xweser çawa vê valahiyê tije dike?

Valahiya di parastina hewayî de di demek kurt de bi piştgiriya navneteweyî û hevalbendiyan, di demek dirêj de jî bi zêdekirina kapasîteya hêza xweser dikare were tijekirin. Lê ya herî girîng ew e ku gavên sazûmanî yên li Başûr, di qada navneteweyî de baweriyê çêbike û Kurdan wekî aktoreke aram nîşan bide.

Hêza xweser tenê çek nîne; îradeya siyasî ya pêşbînîkirî û bihevre tevgerîn e.

16. Ji Cezayîra 1975an heta Kerkûka 2017an Kurd gelek caran bi tenê hatin hiştin. Siyaseta Kurdî ev ders girtiye?

Ji Cezayîrê heta Kerkûkê em gelek caran bi tenê hatin hiştin. Zehmet e mirov bêje me ev ders bi temamî girtiye. Lê belê gavên dawî yên li Başûr û hewldana derdorên li Bakur ên derveyî PKKê ji bo li Amedê bên ba hev, nîşan dide ku ev ders hêdî hêdî tê girtin. Ji bo em bi tenê nemînin, divê em yekîtiya navxweyî û baweriya navneteweyî bi hev re ava bikin.

17. Piştî belavbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk di meha Tebaxê de, li Rojavayê di destê Kurdan de çi ma?

Piştî belavbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk di meha Tebaxê de, tişta herî girîng a ku li Rojavayê di destê Kurdan de maye, civaka rêxistinkirî û ezmûna rêveberiya xwecihî ye. Lê belê berdewamiya vê ezmûnê bi wê ve girêdayî ye ku di çarçoveyeke neteweyî de bê bicihkirin û di qada navneteweyî de wekî aktorekî pêbawer bê dîtin. Pêşeroja wan avahiyên ku di bin kontrola tevgereke tenê de mane, ne diyar e.

Dîaspora

18. Li Ewropayê diyasporayeke Kurdan heye ku ji milyonekê derbas dibe, lê di siyaseta derve ya welatên ku lê dijîn de giraniya wan nîne. Çima? Dema êrîşek li ser Kurdistanê çêbibe, divê diyaspora di roja ewil de çi bike?

Sedema sereke ya nebûna giraniya diyasporaya Kurd a li Ewropayê di siyaseta derve de, ew e ku siyaseteke perçekirî û bêîstîqrar dimeşînin. Dema êrîşek li ser Kurdistanê çêbibe, divê diyaspora di roja ewil de, bi dengekî yekgirtî, bi awayekî rêxistinkirî û bi bertekeke zelal a li hember raya giştî ya navneteweyî tevbigere. Divê ev bertek nîşan bide ku Kurd dikarin bi hev re û bi awayekî îstîqrar tevbigerin.

19. Hûn dibêjin "Cîhan destê xwe davêje wî tiştî ku berdêla wê giran e". Kurd wê vê berdêlê çawa xuya bikin?

Kurd dikarin vê berdêlê bi pêkanîna yekîtiya navxweyî, bi xebitandina saziyên xwe û bi nîşandana helwesteke siyasî ya pêşbînîkirî li qada navneteweyî xuya bikin. Yekîtiya Pêşmergeyan a li Başûr, hem nîşan dide ku berdêl giran e û hem jî nîşan dide ku Kurd dikarin di nav xwe de çareseriyan biafirînin. Divê konferansa 7ê Mijdarê jî heman baweriyê bide.

Dawî

20. Hûn dixwazin ji ciwanekî Kurd ê ku vê hevpeyvînê dixwîne re çi bibêjin?

Ez dixwazim vê yekê ji ciwanekî kurd re bibêjim: Di têkoşîna neteweyî de yekîtî şert e, lê ev yekîtî nikare li ser ferzkirinê bê avakirin. Ji bo ku em li qada navneteweyî baweriyê bi dest bixin, divê em siyaseteke bi îstiqrar, pêşbînîkirî û sazûmanî bikin. Pêngavên li Başûr hatine avêtin û hewldanên derdorên li Bakur ên derveyî PKKê yên ji bo hatina cem hev, wekî beşek ji vê pêvajoya avakirina baweriyê bibîne. Baweriya xwe bi hêza xwe, bi rêxistinkirîbûnê û bi tevgerîna bi hev re li dora prensîbên neteweyî bîne.

Kes me wekî me naparêze.

İlgili haberler