
Serokê Meclisa Îranê Qalîbaf diyar kir ku DAE'yê bersiva peyama Îranê nedaye
Serokê Meclisa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf got ku DAE'yê hîn bersiveke fermî neda mercên Îranê yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê.
Serokê Meclisa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf teqez kir ku wan bersiva welatê xwe ya ku daxwazên qanûnî dihewîne bi awayekî zelal gihandiye aliyê DAE'yê û got: "DAE'yê heta niha bersiveke fermî û zelal neda peyama Îranê."
Qalîbaf diyar kir ku DAE neçar e hemû heft mercên ku Îranê ji bo vekirina Tengava Hurmuzê şandine cîbicî bike. Wî got ku sedema sereke ya negihîştina peymanekê di navbera wan û DAE'yê de, nebûna baweriyê bi DAE'yê û daxwazên zêde yên DAE'yê ne. Her wiha wî îddîa kir ku eger Serokê DAE'yê Donald Trump biryara êrişeke nû li ser Îranê bide dê dîsa têk biçe û DAE'yê ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin xwestiye ku ji bo guftûgoya rasterast bi Îranê re biaxive.
Qalîbaf anî ziman ku ew bi biryar in ji rewşa "ne şer ne aştî" derkevin û ew ê vê yekê ne tenê bi rêya guftûgoyan, lê bi rêya xurtkirina hêza astengkirinê ya domdar bi dest bixin.
Çavkanî: Rûdaw