
Bersiva Qalîbaf ji bo DYA'yê: Bêyî pejirandina 7 mercên Îranê pêşketin çênabe
Serokê Meclisa Îranê Qalîbaf, li dijî pêngava dîplomatîk a DYA'yê ragihand ku peymana nû tenê bi cîbicîkirina temamî ya heft mercên ku Tehranê diyar kirine ve girêdayî ye.
Serokê Meclisa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, li ser platforma medyaya civakî X'ê daxuyaniyek da û bersiveke nerasterast da pêngava dîplomatîk a Alîkarê Serokê DYA'yê JD Vance. Qalîbaf teqez kir ku di her pêvajoyeke ku bi Waşîngtonê re bê meşandin de çêbûna pêşketinê, tenê bi pejirandina bêkêmasî ya heft mercên ku Tehranê diyar kirine ve girêdayî ye.
Qalîbaf diyar kir ku merc ev in: Rakirina ambargoya deryayî ya DYA'yê li ser bender û giravên Îranê, destûrdana firotina neftê û rakirina mueyideyên li ser sektora enerjiyê, azadkirina nêzîkî 12 mîlyar dolar xezîneyên Îranê yên li derve ku hatine blokekirin, betalkirina mueyideyên li ser sektorên veguhastin, petrokîmya, firokevanî, rêhesin û bankgeriyê, dawîanîna operasyonên deryayî û ezmanî û danyîna misogeriya fermî ku êrîşeke nû çênabe, nasîna korîdora derbasbûna deryayî ya ewle di navbera Îran û Omanê de, û rawestandina temamî ya şer li ser hemû eniyan, bi taybetî di navbera Îran û Hizbullaha Libnanê de.
Lihevkirina agirbestê ya 60 rojî ku di 17'ê Hezîrana 2026'an de li Îslamabadê di navbera Îran û DYA'yê de hatibû îmza kirin, ku armanca wê vekirina Tengava Hurmuzê û amadekirina bingeha muzakereyên nukleerî bû, di meha Tîrmehê de bi tohmetên dualî yên binpêkirinê hilweşiya bû. Ajansa Nûçeyan a Tasnimê ragihand ku rêveberiya Tehranê nameyek ji JD Vance wergirtiye, lê aliyê Îranê hêj bersiveke fermî neda ye.
Çavkanî: Kurdistan24