
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya 6emîn a Rojavayê li Qamişloyê dest pê kir
Festîval wê heşt rojan berdewam bike û 45 fîlm û xebatên atolyeyê pêşkêş bike.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya 6emîn a Rojavayê ku li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin, bi beşdariya gelek sînemager, derhêner û hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê û welatên Ewropayê dest pê kir.
Festîval wê heşt rojan berdewam bike û bi giştî 45 fîlmên dirêj, kurtefîlm û belgefîlm bên nîşandan. Li gel nîşandana fîlman, ji bo ciwan û hezkiriyên sînemayê, atolye û xebatên perwerdeyê yên li ser derhênerî, nivîsandina senaryoyê, ronahî û prensîbên bingehîn ên sînemayê jî wê bên lidarxistin.
Berdevkê Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê ya Başûrê Kurdistanê Hesen Arif diyar kir ku ev yekem beşdariya fermî ya vê şandeyê li Rojavayê ye. Arif da zanîn ku wan bi desteya rêveberiya Festîvala Rojavayê re li ser parvekirina tecrubeyan û pêşxistina hevkariyê ya ji bo berhemên sînemayî yên hevpar ên di navbera Duhok û Qamişloyê de, gotûbêj kirine.
Arif, tevî ku hebûna sînorên siyasî qebûl kir, bal kişand ser wê yekê ku kurd ji aliyê çand û hunerê ve neteweyek in û got ku Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê her tim ji bo berhemên derhênerên Rojavayê û parçeyên din ên Kurdistanê vekiriye.
Çavkanî: Kurdistan24