
Foruma Serê Kaniyê li Qamişlo: Vegerandina xaniyan û garantiyên yasayî ji bo vegera ewle
Di foruma ku li Qamişlo hat lidarxistin de, daxwazên xelkê Serê Kaniyê yên ji bo vegerandina xaniyan, vegera ewle û parastina navneteweyî hatin rojevê.
Li bajarê Qamişlo yê Sûriyeyê, bi pêşengiya pênc rêxistinên civaka sivîl û bi beşdariya nûnerên hikûmetê û komîteyên koçberan, "Foruma Koçberiya bi Zorê ya 2026'an" hat lidarxistin. Di forumê de, mijarên wekî vegera ewle ya xelkê Serê Kaniyê yê ku ji cih û warên xwe bûne, vegerandina xaniyên ku dest danîne ser wan û daxwazên parastina navneteweyî û yasayî ya li dijî zextên komên çekdar hatin gotûbêjkirin.
Beşdaran tekez kirin ku ji ber hebûna komên çekdar ên ku ketine nav xaniyên wan, ewlehiya canê wan nayê parastin. Necla Xelef rewşa heyî wiha anî ziman: "Ji bo em bikarin vegerin, divê parastin û garantiyên yasayî hebin... Ji bo vegerê garantî şert e." Di forumê de hat ragihandin ku amadekariyên ji bo koma 7'an a vegerê berdewam dikin û biryarên cezayê ji bo kesên ku xaniyan vala nakin hatine girtin.
Heyeta Meclisa Rêveber a Parêzgeha Hesekê diyar kir ku xebatên koma 7'an bê navber berdewam dikin û divê hişmendiya cudaxwaz a li herêmê bê derbaskirin. Di daxuyaniya encamê de, bang li hikûmeta Sûriyeyê û Walîtiya Hesekê hat kirin ku beriya zivistanê, 10 malbatên dawî yên di lîsteyê de di şert û mercên ewle de li xaniyên xwe bên bicihkirin.
Çavkanî: Rûdaw