
Koçberên Şengalî Ji Hikûmeta Iraqê Daxwaza Qerebûkirin û Piştgiriya Avadanîyê Dikin
Piştî 12 salan zêdetirî 30 hezar malbat hêj di kampan de dijîn, hate ragihandin ku bûdceya qerebûkirin û nûavakirinê hêj nehatiye cîbicîkirin.
Tevî ku 12 sal di ser karesata Şengalê re derbas bûne jî, zêdetirî 30.000 malbatî hêj di kampan de jiyana xwe berdewam dikin û piranîya wan hêj tazmînata ziyanên xwe wernegirtine. Malbatên koçber ji bo vegerê li bende ne ku rêveberiya Bexdayê gavên avadanî û qerebûkirinê bixe di praktîkê de.
Babê Tayır Şengali ku koçberê Şengalê ye û di kampê de dijî, diyar kir ku malên wan hatine hilşandin û li deverê mercên jiyanê nemane û got: "Em dixwazin bûdceya hatiye veqetandin beriya vegerê bê danê, çünki kes nikare vegere maleke hilşayî." Berpirsê Ofîsa Şengalê ya Karên Herêmên Kurdistanê Sufyan Yûsif got ku li gorî daneyên Parlamentoya Iraqê pesend kirine, rêjeya wêranbûnê li herêmê sedî 85 e û xaniyên zêdetirî sedî 80ê koçberên Şengalî ne di rewşeke ku jiyan tê de bê kirin de ne.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî di civîna xwe ya li gel endamên parlamentoyê û Civata Parêzgeha Neynewayê de ragihand ku biryar hatiye dan ku budçeyeke 100 milyar dînarî ji bo avadanbûna Şengalê û qerebûkirinê bê veqetandin, lê ev biryar heta niha nehatiye cîbicîkirin. Xalid Seydo, parlamenterê kota Êzdiyan di Parlamentoya Iraqê de, diyar kir ku budçeya hatî veqetandin wê di çarçoveya alîkariya vegereke 4 milyon dînarî û qerebûkirina ziyanan de bê belavkirin. Seydo anî ziman ku xelkê heta diro tenê ji sedî 5 heta 10ê qerebûyên xwe wergirtine û tê pêşbînîkirin ku bi vê budçeya 100 milyar dînarî re ev rêje bibe sedî 50-60 û vegera xelkê dest pê bike.
Li Şengalê ku piştî êrîşên rêxistina terorîst a DAİŞê zêdetirî ji sedî 80î binesaziya aborî hatibû wêrankirin, tevî ku 49.000 malbatan karûbarên xwe yên qerebûkirinê temam kirine jî, hêj li bendî wergirtina dravê xwe ne. Ji bo avadanbûna temam a qezayê, pêdivî bi 10 trilyon dînarî heye.
Çavkanî: Kurdistan24