
Li Qeterê dijî hişkesaliyê nimêja istisqayê û duaya baranê hatin kirin
Li Qeterê di çarçoveya têkoşîna li dijî hişkesaliyê de piştî nimêja sibê nimêja istisqayê û duaya baranê hatin kirin.
Li Qeterê ji ber pirsgirêka hişkesaliyê bi organîzasyona Wezareta Evqaf û Karên Olî piştî nimêja sibê nimêja istisqayê (ya baranê) hat kirin. Emîrê Qeterê Temîm bin Hemed Al Sanî, Nûnerê Taybet ê Emîr Casim bin Hemed Al Sanî, Serokê Meclisa Şûrayê Hesen bin Ebdullah El Ganîm, wezîr, endamên Meclisa Şûrayê û gelek rayedarên payebend beşdarî duayê bûn. Çalakî di saetên sibê de li nimêjgeha Lusailê ya li paytext Dohayê hat lidarxistin.
Di dema nimêjê de hat dîtin ku Emîr li gorî sunetê cûbeyê xwe berepaş kir. Dr. Yehya Butî En-Nueymî ku piştî nimêjê xutbe da, diyar kir ku duaya baranê nîşana hewcedariya mirovan a bi Xwedê û girêdana wan a bi rehma Wî ye. Nueymî tekez kir ku derengmana baranê bêdesthilatiya mirovan bi bîra wan dixe û divê tobe, baxşandin û karên xêrê werin zêdekirin. Wî her wiha anî ziman ku av nemetek hêja ye, divê çavkaniyên avê werin parastin û ji îsrafê bê dûrketin.
Emîrê Qeterê Temîm bin Hemed Al Sanî rojek berê bang li seranserê welat kiribû ku duaya baranê bikin. Nimêja istisqayê wekî îbadeteke sunet tê zanîn ku misilmanc di serdemên hişkesaliyê de ji bo baran bibare û ji Xwedê rehmê bixwazin dikin.
Çavkanî: Kurdistan24