
Qeter û Kuweytê li ser pêşhatên herêmî gotûbêj kirin
Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê û Wezîrê Derve yê Kuweytê bi rêya telefonê behsa kêmkirina aloziya li herêmê û zêdekirina ewlehiyê kirin.
Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Muhammed bin Abdurrahman Al Sani û Wezîrê Derve yê Kuweytê Cerrah Cabir el-Ahmed es-Sabah, di 31ê Cotmeha 2026an de bi rêya telefonê bi hev re axivîn.
Di hevdîtinê de, ji bilî peywendiyên dualî yên di navbera her du welatan de, pêşhatên herêmî, hewldanên dîplomatîk ên ji bo kêmkirina aloziyê, bihêzkirina ewlehî û aramiya herêmê û hevahengiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.
Al Sani diyar kir ku Qeter piştgiriya hemû destpêşxeriyên dîplomatîk dike da ku peymaneke berfireh were îmzekirin; peymaneke ku azadiya seyrûsefera deryayî misoger bike û zemîna aştiyeke mayinde li herêmê amade bike.
Çavkanî: Kurdistan24