Çand & Wêje

Parlamenterê Dîlokê yê DEVAyê Ertugrul Kaya îstifa kir, Ediz Un ê CHP’yî tevlî Yeni Yolê bû
Piştî îstifaya Ertugrul Kaya ya ji DEVAyê û veqetîna wî ya ji koma Yeni Yolê, ji bo parastina hejmara komê, Ediz Un ê CHP’yî tevlî komê bû.
Parlamenterê Dîlokê Ertugrul Kaya, ji Partiya DEVAyê îstifa kir û di heman demê de ji Koma Yeni Yolê ya li TBMMyê jî veqetiya.
Bi îstifaya Kaya re, hejmara parlamenterên koma Yeni Yolê daket 19an.
Ji bo ku hebûna komê ya li TBMMyê berdewam bike, parlamenterê CHPê yê Edirneyê Ediz Un derbasî koma Yeni Yolê bû. Bi vê guhertinê re, hejmara parlamenterên CHPê daket 43an û hejmara parlamenterên serbixwe jî daket 13an.
Çavkanî: Rûdaw