PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Siyaset
Siyaset

Nefiyên Kurdan li Qazaxistanê di hilbijartinan de dibin namzed
Nefiyên Kurdên ku di serdemiya Sovyetê de hatibûn surgûnkirin, li Qazaxistanê beşdarî hilbijartinên herêmî û parlementoyê dibin.

Nefiyên Kurdan li Qazaxistanê di hilbijartinan de dibin namzed

Nefiyên Kurdên ku di serdemiya Sovyetê de hatibûn surgûnkirin, li Qazaxistanê beşdarî hilbijartinên herêmî û parlementoyê dibin.

Di serdemiya Yekîtiya Sovyetê de, nêzîkî 90 sal berê di nîvê zistanê de bi vaqonên trênan bo çolistanên sar ên Qazaxistanê hatibûn surgûnkirin, neviyên wan Kurdan îro di hilbijartinên herêmî û parlementoyê yên wî welatî de namzediyê dikin. Ev civaka ku di tomarên fermî yên Qazaxistanê de nasnameya wan a etnîkî wekî “Kurd” derbas dibe, armanc dike ku di nûnertiya siyasî de jî cih bigire.

Rafiq Yakub Mirzoyev, siyasetmedarekî Kurd e ku di sala 1970yî de li Ermenistanê ji dayik bûye û xwendina xwe ya zanîngehê li Azerbaycanê qedandiye, li bajarê Konayev ê Herêma Almatî namzedê encumena şaredariyê ye. Wî diyar kir ku ligel malbata xwe ku di salên 1988 û 1990î de ji ber şerên li Qerebax û Ermenistanê koçî Asyaya Navîn û bi taybetî Qazaxistanê kirine, li Almatî û derdora wê bi cih bûne. Mirzoyev ji bo endametiya Encumena Şaredariya Almatî û encumena herêma Almatî namzediya xwe nîşan da, eşkere kir ku kampanya wî dê heta 27ê Gulanê berdewam bike û di 29ê Gulanê de dê dengdan pêk bê.

Mirzoyev anî ziman ku Kurd bi piranî li bajarên Almatî, Çîmkent û Jambul dijîn û piştgiriyê ji dengdêrên Kurd daxwaz kir. Li Qazaxistanê Kurd koma etnîkî ya fermî têne nasîn û di pasaport û nasnameyan de nasnameya wan a etnîkî wekî Kurd cih digire. Mirzoyev bal kişand ser piştevaniya ku gelê Qazax di serdemiya surgûnê de nîşan daye û diyar kir ku îro xwedî mafên wekhev in.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler