
Hewramiyê KDPî: Ji bo civîna li gel YNKê zemin amade ye
Endamê Polîtburoya KDPê Hêmin Hewramî ragihand ku wan ji bo diyaloga li gel YNKê binesaziya pêwîst temam kiriye.
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP) Hêmin Hewramî di civîna xwe ya li gel Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu de ragihand ku KDPê ji bo li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) civînê bike hemû binesaziya pêwîst amade kiriye û di demeke nêzîk de ji bo hevdîtinê amade ne.
Hewramî teqez kir ku piştî hilbijartinan aktîfkirina ji nû ve ya Parlamenê li dijî tu aliyan nîne, ev gav bi mebesta parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê û rewaûtiya saziyan e.
Hewramî balkişand ser banga Serok Mesûd Barzanî ya ji bo diyaloga li gel YNKê û got: "Li gorî banga Serok Barzanî ya ji bo hevdîtina li gel YNKê, me wek KDP hemû zemîn amade kir û me ragihand ku em di demeke nêzîk de ji bo civînê amade ne. Em li bendê ne ku birayên me yên YNKî jî bersiveke erênî bidin vê bangê û zemînê amadekirî."
Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu jî di civînê de nêzîkatiya Enqereyê ya li beranberî herêmê gihand û diyar kir ku pêşvebirina peywendiyên piralî yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de di her warî de xwedî girîngiyeke mezin e.
Çavkanî: Kurdistan24