PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Siyaset
Siyaset

Perlamenterê PDKê: Bê YNKê kabîneya nû nayê ava kirin
Perlamenterê PDKê Dr. Şehram Elî Kejo, vebûna nû ya Perlamentoya Kurdistanê wekî gaveke dîrokî bi nav kir û diyar kir ku ew li dijî ava kirina hikûmetekê ya bê YNKê ne.

Perlamenterê PDKê: Bê YNKê kabîneya nû nayê ava kirin

Perlamenterê PDKê Dr. Şehram Elî Kejo, vebûna nû ya Perlamentoya Kurdistanê wekî gaveke dîrokî bi nav kir û diyar kir ku ew li dijî ava kirina hikûmetekê ya bê YNKê ne.

Perlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Dr. Şehram Elî Kejo, ji nû ve destpêkirina karên Perlamentoya Kurdistanê wekî "gaveke dîrokî û pêwîst" bi nav kir û teqez kir ku ev pêvajo bi temamî yayasî ye. Kejo ev daxuyanî di bernameya Emro ya Rûdawê de dan.

Kejo diyar kir ku PDKê dergehê diyalogê negirtiye, lê naxwaze bê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) kabîneya nû ya hikûmetê ava bike. Partiyê vetoyek li ser ti aliyên ku dê beşdarî hikûmetê bibin nedaniye û wî anî ziman ku di dema çaremîn û pêncemîn de derfeta wan hebû ku bê YNKê hikûmetê ava bikin, lê wan ev yek hilnebijiart.

Kejo bi bîr xist ku nûnerên parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê beşdarî civîna perlamentoyê bûn û got ku li gorî rêziknameya navxweyî, piştî hilbijartina Desteya Serokatiyê divê di nav 25 rojan de hemû komîsyon bên ava kirin. Her wiha teqez kir ku divê hemû perlamenter, di nav de yên ku opozîsyonê hildibijêrin, bangî perlamentoyê bibin û perlamentoyê karên xwe pêk bîne.

Perlamentoya Kurdistanê ku du sal bûn nehatibû civandin, di 4ê Mijdara 2026an roja çarşemê de bi beşdariya 52 perlamenterên ji fraksiyonên PDK, Sosyalîst û Eniya Gel, nûnerên pêkhateyan û perlamenterên serbixwe ji nû ve dest bi karên xwe kir û Desteya Serokatiyê hat hilbijartin.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler