
PDK’yê Tekez Kir Ku Mafê Biryardana li ser Şengalê û Paşeroja Êzidiyan Tenê ya Êzidiyan e
Buroya Rêxistina Mûsilê ya Partiya Demokrata Kurdistanê, ji bo paşeroja Şengalê û qederên Êzidiyan bang li referandumê kir.
Buroya Rêxistina Mûsilê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser rewşa Şengalê û paşeroja Êzidiyan daxuyaniyek belav kir û tekez kir ku ti hêz nikare vîn û îradeya Êzidiyan ji destê wan bigire.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di vê dawiyê de hin aliyan li ser qedera Şengalê û civaka Êzidi daxuyaniyên “bêberpirsiyarî û ne di cih de” li dijî PDK’yê dane.
PDK’yê diyar kir ku mîna berê îro jî mafên Êzidiyan diparêze, di her astê de û di her mercî de berjewendiyên Şengalê û birayên Êzidi wek parêzvanê yekem dibîne û vê erStandardê wek berpirsiyariyeke neteweyî qebûl dike.
Partiyê li dijî destwerdana ji derve hişyariyên tund dan û diyar kir ku tenê mafê xelkê Şengalê û Êzidiyan e ku biryarê li ser qedera xwe bidin, ti kes an aliyekî din nikare van mafan bikar bîne û ji bo çareseriyê pêşniyara referandumê kir.
Çavkanî: Rûdaw