
PDK û pêkhateyên din daxwaza çalakbûna Parlamentoya Kurdistanê kirin
PDK û nûnerên pêkhateyên Tirkmen, Xiristiyan û civakên din daxwaz kirin ku Parlamentoya Kurdistanê di 4ê Mijdara 2026an de, saet di 11.00an de bi rûniştinekê dest bi karê xwe bike.
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û nûnerên pêkhateyên Tirkmen û Xiristiyan, li avahiya Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî cuda civînên çapemeniyê saz kirin û banga çalakbûna parlamentoyê kirin. Seroka Fraksiyona PDKê Vala Ferîd, li ser bingeha xalên 46-48an ên Yasaya Hilbijartina Parlamenteran, xalên 11 û 14an ên Rêziknameya Navxweyî û daxwaza Serokê Temenê yê 1ê Kanûna 2024an, diyar kir ku divê zengila temamkirina rûniştina yekem di saet 11.00an de lê bide. Ferîd tekez kir ku zêdetirî du salan e ku ji hilbijartinên xula şeşan ve parlamentoyê kar nekiriye û ev yek jî ji ber temamnebûna prosedurên rûniştina yekem a ku di 2ê Kanûna 2024an de dest pê kiribû, çêbûye.
Serokê Fraksiyona Partiya Çaksaziya Tirkmen Mûne Qehwecî diyar kir ku di çarçoveya berpirsyariya neteweyî de pêşniyarek dane Serokatiya Parlamentoyê û armanca vê pêşniyarê ew e ku valahiya yasayî were tijîkirin û rûniştin dest pê bikin. Qehwecî bang li hemû fraksiyonan kir ku roja çarşemê saet di 11.00an de beşdarî rûniştinê bibin.
Nûnerên pêkhateyên Kildanî, Suryanî, Asûrî û Ermenî yên Hewlêr û Duhokê James Hazdo û Ramî Nûrî jî diyar kirin ku bêkarbûna parlamentoyê di du salên dawî de zirar daye îradeya dengdêran. Wan bi heman pêşniyara hevbeş daxwaz kirin ku di 4ê Mijdara 2026an roja Çarşemê, saet di 11.00an de beşdarî rûniştinê bibin û baweriya bi saziya yasayî careke din were avakirin.
Çavkanî: Kurdistan24