
Şandên PDK û YNKê beşdarî 5emîn Konferansa Diyalogê ya li Çînê bûn
Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê beşdarî 5emîn Konferansa Diyalogê ya li Çînê bûn û bi rayedarên Çînê re çend hevdîtin pêk anîn.
Şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo beşdarbûna 5emîn Konferansa Diyalogê ya di navbera Partiya Komunîst a Çînê û partiyên siyasî yên welatên ereb de, li Çînê ne. Endamê Polîtburoya PDKê Elî Husên serokatiya şanda PDKê, endamê Encûmena Serkirdayetiya YNKê Stran Ebdullah jî serokatiya şanda YNKê dike.
Şande, li gel konferansê bi çend rayedarên Çînî re, di nav de Cîgirê Rêveberê Giştî yê Ofîsa Têkiliyên Derve ya Partiya Komunîst a Çînê ya Asyaya Rojava û Bakurê Afrîkayê Wang Zixuan, hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de, bernameya Partiya Komunîst a Çînê, pêşketina welat di warên cuda de û têkiliyên li gel partiyên siyasî yên Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.
Elî Husên, di civîn û semînerên li Çînê de peyama Serok Mesûd Barzanî û PDKê gihand. Di axaftina xwe de, behsa dîrok û têkoşîna gelê Kurdistanê, rola PDKê û Barzanî ya li Kurdistan û Iraqê û bandora wan a li ser herêmê kir. Herwiha, wekî nûnerê Iraq û Herêma Kurdistanê li Kongreya Gel a Neteweyî ya Çînê jî axivî.
Çavkanî: Rûdaw