
Kılıçdaroğlu: Divê Tirkiye bibe ewlehiya Kurdên li herêmê
Serokê Giştî ê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu diyar kir ku pêvajoya aşitiyê bi pêş ve diçe û divê Tirkiye bibe ewlehiya Kurdên li herêmê.
Kemal Kılıçdaroğlu ku dîsa bû Serokê Giştî ê CHPê, li ser platforma Notbirê bersiva pirsên Can Özçelik da. Di hevpeyvînê de, wî nirxandin li ser pêvajoya "Tirkiya bê teror" kirin.
Kılıçdaroğlu anî ziman ku pêvajoya aşitiyê bi awayekî erênî diçe û fikarên wî yên berê yên li ser radestkirina hemû çekan, piştî hevdîtineke ku di nav heftiyê de kiriye, ji holê rabûne.
Kılıçdaroğlu tekez kir ku divê Tirkiye bibe ewlehiya Kurdên li herêmê û behsa girîngiya geşkirina peywendiyên aborî û çandî kir.
Kılıçdaroğlu bal kişand ser siyaseta derve jî û li dijî wê yekê derket ku piştgiriya ji bo siyaseta Serokkomar Erdoğan a li Rojhilata Navîn wekî nêzîkbûna bi desthilatdariyê re bê dîtin. Wî diyar kir ku divê siyaseta derve neteweyî be û hişyarî da ku derveyî hiştina Îranê dikare bibe sedema şerên mezhebî.
Çavkanî: Kurdistan24