
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê sibe bi awayekî awarte dicive, Qahtan Wendaî namzedê parêzgariyê ye
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji bo gotûbêjkirina namzediya Qahtan Wendaî ya ji bo postê parêzgariyê, rûniştineke lezgîn saz dike.
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji bo destpêkirina proseya namzediyê ya ji bo postê parêzgariyê, sibe bi rojeveke lezgîn dicive. Civîn di çarçoveya rûniştina lezgîn a hejmar 28 de, saet di 14.00an de li salona encûmenê tê lidarxistin û dispêre xala 38an a bendê yekem a rêziknameya navxweyî.
Endamên encûmenê yên PDK û YNKê ji Rûdawê re ragihandin ku wan li ser diyarkirina Qahtan Wendaî yê ji Bereya Tirkmen a Iraqê wekî namzedê parêzgariyê li hev kirine. Serokê Fraksiyona PDKê Hesen Mecîd û ji kotaya YNKê Pervîn Fatih, ev lihevkirin piştrast kirin.
Qahtan Wendaî ji sala 2024an ve wekî Berpirsê Şaxa Kerkûkê ya Bereya Tirkmen a Iraqê kar dike û wekî namzedê herî xurt derdikeve pêş. Piştî ku Rebwar Teha di 16ê Nîsana 2026an de erka parêzgariyê radestî tirkmenan kir, Encûmena Parêzgehê Mihemed Sem’an wekî parêzgar hilbijartibû, Sem’an jî di 15ê Cotmeha 2026an de li Parlamentoya Iraqê wekî Wezîrê Dewletê hatibû hilbijartin û sond xwaribû.
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji 16 kursiyan pêk tê; kurd xwediyê 7 (5 YNK, 2 PDK), ereb xwediyê 6, tirkmen xwediyê 2 û xiristiyan jî xwediyê 1 kursiya kotayê ne.
Çavkanî: Rûdaw