
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Qahtan Wendaî wekî Waliyê Nû hilbijart
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, krîza 30 rojan a walîtiyê bi dawî kir û namzedê Bereya Tirkmenên Iraqê Qahtan Wendaî bi 14 dengan wekî waliyê nû hilbijart.
Krîza walîtiyê ya ku 30 rojan li Kerkûkê berdewam dikir, di rûniştina roja şemiyê 14ê Mijdara 2026an de bi dawî bû. Namzedê Bereya Tirkmenên Iraqê (ITC) Qahtan Wendaî, bi wergirtina 14 dengên "erê" ji 15 endamên encûmenê bû waliyê nû; dengek jî betal hat dîtin.
Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd diyar kir ku proseya hilbijartinê bi saya lihevkirina berê, bi awayekî demokratîk û bê pirsgirêk pêk hatiye. Mecîd got, "Piştî valahiya îdarî û ewlehiyê ya 30 rojan li Kerkûkê, êdî waliyek heye. Em wekî PDK me biryarên xwe her tim li gorî berjewendiyên gelê Kerkûkê û Kurdistanê girtine" û tekez kir ku destbikarbûna waliyê nû ji bo vegerandina hevsengiyê li bajêr girîng e.
Çavkanî: Kurdistan24