
Li Kerkûkê drona bi teqemenî bi kontrol hat teqandin
Saziya Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê droneke bi teqemenî ku li çoltera Kerkûkê hatibû dîtin, bêyî ku zirarê bide derdorê teqand.
Saziya Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê droneke bi teqemenî ku li çoltera Kerkûkê hatibû dîtin, li cihê dûrî deverên niştecihbûnê bi kontrol bêbandor kir. Saziyê li ser zanyariyên îstixbaratî û piştî şopandina li erdê, bi operasyoneke taybet ew dron bi dest xist.
Operasyon bi hevahengiya tîmên peywendîdar ên artêşa Iraqê hat kirin; dron li wî cihî hat teqandin û bêyî zirarê bide derdorê hat rûxandin. Yekeya ewlehiyê dîmenên dema operasyonê li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê belav kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew ê li dijî her cûre gefên li ser ewlehiya welat hişyar bin û ji welatiyan hat xwestin ku dest nedin tiştên gumanbar yan xerîb û zû rewşê diyar bikin ji yekeyên ewlehiyê re. Ev herêm berê ji aliyê komên çekdar ve wek cihê avêtina dronên kamîkaze li dijî Hewlêrê û nûnertiyên dîplomatîk ên DYAyê hatibû bikaranîn û wek herêmeke ku operasyon li dijî şaneyên veşartî yên DAİŞê tê de zêde bûne jî tê zanîn.
Çavkanî: Kurdistan24