
Li Kerkûkê bi zêdebûna bihayê elektrîkê protesto: Welatiyan daketin kolanan
Li Kerkûkê piştî ku bihayê her amper elektrîka jeneratorên taybet bû 18 hezar dînar, welatiyan li gelek taxan xwepêşandan kirin.
Li Kerkûkê piştî ku bihayê her amper elektrîka ku bi jeneratorên taybet tê dabînkirin meha borî 18 hezar dînar hat diyarkirin, welatiyên li gelek taxên bajêr daketin kolanan û xwepêşandan kirin.
Polîsê Kerkûkê ragihand ku ji bo aloziyek çênebe ew rewşê ji nêz ve dişopînin. Berdevkê Polîsan Amîr Şewanî got, "Ji ber ku bihayê her amper elektrîka jeneratoran bûye 18 hezar dînar, nêzîkî ji sedî 60ê xelkê Kerkûkê ji malên xwe derketin û dest bi xwepêşandanan kirin" û tekez kir ku hêzên ewlehiyê destûrê nadin ti alozî û tevliheviyê.
Xwepêşandan li herêmên wekî Rêya Bexdayê, pêşiya avahiya Parêzgariyê, Taxa Wasit, Avahiya Gazê, Pênce Elî, Esra û taxên Mefqûdînê pêk hatin. Berpirsê Karûbarên Îdarî yê Qeymeqamtiya Bajêr Hewrê Zengene daxuyand ku bihayê her amper elektrîka jeneratorên taybet ji bo meha cotmehê 18 hezar dînar e û saetên xebatê yên meha mijdarê jî wê di navbera saet 06.00-09.00ê sibehê û 12.00ê nîvro heta 01.00ê şevê de bin.
Çavkanî: Rûdaw