
Ketaib Hizbullah: Em ji çekên xwe dest bernadin û tohmetan red dikin
Grûpê Serokwezîr Elî Zeydî bi binpêkirina sozên xwe tohmetbar kir û ragihand ku ew dest ji çekên xwe û dosyeya Curf el-Seher bernadin.
Ketaib Hizbullah di daxuyaniyeke nivîskî de ya roja 15ê Mijdara 2026an, Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi cîhneanîna sozên xwe yên di çarçoveya peymana serweriyê û danûstandinên rêkxistina çekan de tohmetbar kir û diyar kir ku ew dest ji çekên xwe û dosyeya Curf el-Seher bernadin.
Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku Ofîsa Serokwezîriyê bi rêya Îmarat, Erebistana Siûdî û hin kanalên xwecihî, bi dengên kirêgirtî raporên bêbingeh belav dike. Li gorî daxuyaniyê, ev rewş ji bo zextê li ser grûpê çêbike da ku ew ji wan çekan dest berdin ku grûp jê re dibêje "çekê rûmetê".
Ketaib Hizbullah tekez kir ku çi qas zextên Îmarat, Erebistana Siûdî û Amerîkayê bi rêya hikûmetê zêde bibin jî, divê dosyeya nahiyeya Curf el-Seher û çekên berxwedanê ji nakokiyên siyasî dûr bên girtin û ew di vê prensîbê de tawîzê nadin. Herwiha hat diyarkirin ku komîteya teknîkî ya ku li qadê lêkolîn kiriye, ti destwerdaneke neyasayî li ser boriyên petrolê yên herêmê nedîtiye û îdiayên qaçaxçîtiyê bêbingeh in.
Hat ragihandin ku ew cihên hatine lêkolînkirin, depoyên sotemeniyê û kargehên hêsan ên baştirkirina kalîteyê ne û bi sedan cihên bi vî rengî li seranserê Iraqê hene. Ev cih sotemeniyê ji bo wesayîtên leşkerî, makîneyên giran, jenerator û amûrên şer peyda dikin. Sotemeniya ku ji Heşdî Şebî tê peydakirin, herêmeke leşkerî ya ku ji bakurê Babîlê heta El-Qaim a li ser sînorê Sûriyeyê dirêj dibe, dabîn dike.
Koma navborî bi bîr xist ku nivîsa fermî ya têkildar di 12ê Mijdara 2026an de hatiye nivîsandin û di bin serokatiya Midûrê Giştî yê Dîsîplîn û Ewlehiyê yê Heşdî Şebî de, dê îdiayên qaçaxçîtiya berhemên petrolê yên li Curf el-Seherê bên lêkolînkirin.
Çavkanî: Kurdistan24