PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Aborî
Aborî

Li Qoserê Cotkaran bi Traktorên Xwe Çalakya Budceyê Çêkir
Di çalakiya budceyê de ku ji aliyê DEM Partiyê ve li Qoserê hat organîzekirin, cotkar bi traktorên xwe derketin ser rêyan.

Li Qoserê Cotkaran bi Traktorên Xwe Çalakya Budceyê Çêkir

Di çalakiya budceyê de ku ji aliyê DEM Partiyê ve li Qoserê hat organîzekirin, cotkar bi traktorên xwe derketin ser rêyan.

DEM Partiyê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi dirûşma "Ji bo Edalet, Nan û Aşitiyê Budce" çalakiyeke budceyê çêkir. Cotkar bi traktorên xwe derketin ser rêyan û li Qada Azadiyê kürsüya gel hat danîn.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tülay Hatimoğulları û parlementerên jin ên Mêrdînê tevlî çalakiyê bûn; Hatimoğulları siwarî traktorekê bû. Hatimoğulları got, "Îro cotkarên me bi traktoran hemû bi hev re protestoya xwe dikin..." Parlementera Mêrdînê ya DEM Partiyê Saliha Aydeniz jî daxwaz kir ku ji budceyê pişk ji bo cotkar û karkeran bête veqetandin.

Cotkar Mahmut Şeran bal kişand ser zêdebûna lêçûnan û got, "Ji ber ku bihayê mazot û gubreyê zêde bûye û misir û genim nabe ti tişt, em hatine vir..." Welatiya bi navê Züriye Kayık jî li dijî anîna genim a ji derve bertek nîşan da û got, "Bila piştgiriyê bidin gelê xwe, wê demê em ê jî hemû aboriya xwe bi wê bi rêve bibin..."

DEM Partiyê ragihand ku ew ê çalakiyên budceyê yên wekî vê li bajar û navçeyên din jî berdewam bikin.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler