PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Kurdistan
Kurdistan

Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyê Zanîngeha Kobaniyê bi Zanîngeha Helebê ve girêda
Biryara Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyê ya ji bo girêdana Zanîngeha Kobaniyê bi Zanîngeha Helebê ve, bû sedema bertekên tund ên xwendekar û akademîsyenan.

Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyê Zanîngeha Kobaniyê bi Zanîngeha Helebê ve girêda

Biryara Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyê ya ji bo girêdana Zanîngeha Kobaniyê bi Zanîngeha Helebê ve, bû sedema bertekên tund ên xwendekar û akademîsyenan.

Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyê biryarek da ku Zanîngeha Kobaniyê bi Zanîngeha Helebê ve, Zanîngeha Rojava jî bi Zanîngeha Firatê ve were girêdan.

Ev biryar ji aliyê xwendekar û akademîsyenên Zanîngeha Kobaniyê ve bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevbeş bi tundî hat rexnekirin. Xwendekaran daxwaz kirin ku xweserî û avahiya taybet a zanîngeha wan were parastin.

Xwendekarê pola 3yemîn ê Beşa Kîmyayê ya Zanîngeha Kobaniyê Fadil Xelîl, diyar kir ku ev biryar fikarên wî yên derbarê jiyana perwerdeyê de zêde dike û got: "Ez ji paşeroja xwe ya akademîk ditirsim. Sê sal in ez li vir perwerde dibînim. Em naxwazin bi biryareke nişkave biçin Zanîngeha Helebê. Ez dixwazim Zanîngeha Kobaniyê wekî xwe bimîne, navê wê were parastin û ez perwerdeya xwe li vir bidomînim."

Xwendekara pola 3yemîn a Beşa Biyolojiyê Hindrîn Hac Mehmûd jî tekez kir ku ew vê entegrasyonê qebûl nakin û divê statuya serbixwe ya zanîngehê were parastin. Akademîsyenan jî diyar kirin ku ev biryar ji xebatên îdarî wêdetir, divê rola zanîngehê û cihê wê di sîstema perwerdeya pêşerojê ya Sûriyê de were parastin. Mamosteyê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kobaniyê Aras Hiso anî ziman ku divê entegrasyon bi zemîneke lihevkirinê û bi pêvajoyeke li gorî pîvanên akademîk were meşandin, lê ev pêvajo bi ferzkirineke ji jor ve hatiye kirin.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler