
Li qada gazê ya Kormorê rawestina hilberînê zirara rojane gihand ser 4,15 milyon dolarî
Êrîşa li ser qada gazê ya Kormorê hilberîn rawestand û zirara rojane ya texmînî bû 4,15 milyon dolar.
Di 8ê Mijdarê de li derdora saet 23.00an de qada gazê ya Kormorê ku li navçeya Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ye, hat armancgirtin. Di encama êrîşê de li qadê agir derket û wisa kir ku şirketa Dana Gas hilberîna gazê bi awayekî demkî bide rawestandin. Ev rewş rasterast bêtir bandorê li kêmbûna saetên belavkirina elektrîkê li Herêma Kurdistanê dike.
Çavdêriya Eco Iraq diyar kir ku beriya êrîşê li qadê rojane nêzîkî 700 milyon feet sêcar gaza xwezayî, 1.400 ton gaza neftê ya şilbûyî (LPG) û 22 hezar bermîl kondensat dihat hilberandin. Nirxê van hilberînan bi rêzê ve nêzîkî 2,31 milyon dolar, 1,008 milyon dolar û 836 hezar dolar in, û ev yek nîşan dide ku zirara rojane ya giştî ji 4,15 milyon dolarî zêdetir e.
Çavdêriyê bal kişand ser wê yekê ku ev texmîn mesrefên operasyonî yên ku ji rawestina xebatên şirketên hilberîner derketine holê, xercên veguhastina bi rêya lûleyan û zirarmendiyên nerasterast ên ji ber rawestina gihandina gazê bo santralên elektrîkê nagire nav xwe. Wekî din hat ragihandin ku di navbera salên 2025 û 2026an de qada Kormorê 12 caran bûye armanca êrîş û bombardumanan. Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî fermana lêkolîna bi baldarî ya êrîşê da û daxwaz kir ku tevlî saziyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê komîsyoneke hevbeş a lêkolînê bê avakirin.
Çavkanî: Rûdaw