
Hevşaredara berê ya Kulbê Sadiye Süer bi tohmeta heqaretkirina li Erdogan hat girtin
Hevşaredara berê ya Kulbê Sadiye Süer bi îdiaya heqaretkirina li Serokkomar hat girtin û şandin bo girtîgehê.
Sadiye Süer a ku wekî hevşaredar li navçeya Kulbê ya Amedê kar dikir, bi hinceta ku heqaret li Serokkomar Recep Tayyip Erdogan kiriye, hat girtin.
Süer di hilbijartinên xwecihî yên sala 2014an de ji lîsteya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) hatibû hilbijartin û berê li Dadgeha Cezayê Aslî ya Kulbê 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Doz li ser giliyê Qeymeqam Fatih Dulgeroglu hatibû vekirin; Dulgeroglu îdia kiribû ku Süer di civîneke meclîsa şaredariyê de destê wî negirtiye û Erdogan wekî "munafiq" bi nav kiriye.
Malbata Süer a ku li Antalyayê dijî, ji aliyê polîsan ve bi rêya telefonê hatin agahdarkirin ku biryara girtinê derheqê wê de heye û divê biçe dadgehê îmze bike. Lê belê Süer a ku çû Dadgeha Antalyayê, hat girtin û şandin bo girtîgehê.
Çavkanî: Kurdistan24