
Keştiyeke koçberan ku bi rengên ala Kurdistanê hatiye boyaxkirin li Îngiltereyê bû sedema nîqaşan
Keştiyeke koçberan ku ji peravên Belçîkayê ber bi Îngiltereyê ve bi rê ketibû û bi rengên ala Kurdistanê hatibû boyaxkirin, bû sedema berteka Nigel Farage.
Derbaskirina Kanala Manşê ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê hatibû sekinandin, bi sivikbûna hewayê re dîsa dest pê kir. Li ser medyaya civakî hat parvekirin ku keştiyeke lastîkî ya bi qasî 25 kesan ku ji peravên Belçîkayê ber bi Îngiltereyê ve bi rê ketibû, bi rengên sor, spî, kesk û zer ên ku ala Kurdistanê temsîl dikin, hatiye boyaxkirin.
Di dîmenên vîdyoyê de tê dîtin ku keştî digel 263 koçberên ku gihîştin Bendera Doverê, koçber bi gotina "Erê!" coşa xwe ya gihîştina Îngiltereyê nîşan didin û polîsên Belçîkayê yên li peravê li benda sekinîne, mudaxaleyî wan nakin. Serokê Partiya Reform UK ya rastgir û dijberê koçberan Nigel Farage, dîmen parve kir û rengên keştiyê rexne kir û got: "Çete bi halê me dikenin, êdî keştiyan bi rengên xwe yên neteweyî boyax dikin."
Ofîsa Serokwezîrtiya Îngiltereyê ragihand ku ew rasterast ji bûyerê ne agahdar in lê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Li gorî daneyên fermî, hejmara koçberên bêdestûr ên ku di sala 2026an de Kanala Manşê derbas kirin û gihîştin Îngiltereyê 21 hezar û 198 bû, di heman heyama sala 2025an de ev hejmar 36 hezar û 954 bû ku ev yek nîşaneya kêmûbûneke bi rêjeya ji sedî 43 ye.
Çavkanî: Rûdaw