
Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî li Antalyayê legel Serokê MÎTê Kalin civiya
Barzanî û Kalin di çarçoveya COP31ê de mijarên ewlehî, têkoşîna li dijî terorê û hevkarîya herêmî gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber Konferansa Aliyan a 31emîn a Peymana Çarçoveyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser Guherîna Avhewayê (COP31) li Antalyayê legel Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin hat cem hev.
Di civînê de rewşa ewlehiyê ya herêmê, têkoşîna li dijî terorê û hevkarîya alîyên cihêreng a di navbera Hewlêr û Enqereyê de hatin gotûbêjkirin. Serokê MÎTê Kalin bal kişand ser giringiya stratejîk ku Tirkiye dide aramî, geşebûn û ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê û diyar kir ku diyalog û koordînasyona nêzîk a di navbera Hewlêr, Bexda û Enqereyê de ji bo aramiya herêmê gelekî krîtîk e.
Aliyan ji bilî mijarên ewlehî û herêmî, li ser berdewamkirina mekanîzmayên koordînasyon û şêwirê yên di hemû qadan de li hev kirin.
Çavkanî: Rûdaw