
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi erzanîya ji sedî 50 tovê genim bide cotkaran
Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Hewlêrê Hemîn Seîd Murad ragihand ku 4 hezar ton tovê genimê sertîfîkarkirî dê bi nîv buhayê were belavkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca xurtkirina sektora çandiniyê û piştgiriya hilberînerên xwecihî, di demsala nû ya çandiniyê de tovê genimê sertîfîkarkirî bi erzanîya ji sedî 50 pêşkêşî cotkaran dike.
Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Hewlêrê Hemîn Seîd Murad diyar kir ku nêzîkî 4 hezar ton tovê genimê sertîfîkarkirî û bi kalîte ji bo belavkirinê amade ye û nîvê lêçûna vî toveyî ku buhayê wî yê bazarê 793 hezar dînar e, ji aliyê dewletê ve tê dayîn. Bi vî awayî, cotkar dê bikarin tonek tov bi nêzîkî 400 hezar dînarî bikirin.
Hilberînerên ku dixwazin ji vê piştgiriyê sûd werbigirin, bi şertê ku di plana salane ya çandiniyê de tomarkirî bin, dikarin bi serlêdana li rêveberiyên çandiniyê yên navçeyên xwe, pêvajoyê bi awayekî hêsan temam bikin.
Çavkanî: Kurdistan24