PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Kurdistan
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê gihîştina bi Telegramê demkî tê girtin
Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê, li ser daxwaza hikûmeta Iraqê, ferman da hemû dabînkerên xizmetguzariya înternetê ku sepana Telegramê demkî asteng bikin.

Li Herêma Kurdistanê gihîştina bi Telegramê demkî tê girtin

Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê, li ser daxwaza hikûmeta Iraqê, ferman da hemû dabînkerên xizmetguzariya înternetê ku sepana Telegramê demkî asteng bikin.

Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja Yekşemê 22ê Mijdara 2026an di daxuyaniyekê de ragihand ku wan daxwaza fermî ya Hikûmeta Iraqê ya ji bo rawestandina demkî ya sepana Telegramê, gihandiye hemû dabînkerên xizmetguzariya înternetê yên li herêmê.

Wezaretê diyar kir ku ev daxwaz bi rêya nameyeke fermî ya Hikûmeta Iraqê ku bi riya Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê hatiye wergirtin, gihaye wan. Di wê nameyê de hatiye gotin ku naverokên neyasayî gefê li ser ewlehiya neteweyî û aştiya civakî dixwin û dibin sedema belavbûna tundûtûjî û gotarên kîn û nefretê, lewma pêwîst e sepana han bê astengkirin.

Hikûmeta Iraqê ragihand ku wan 30 roj dem daye kompaniya ku sepana han birêve dibe, da ku xwe li gor yasayên wan biguncîne. Wezareta Veguhastin û Gihandinê da zanîn ku ev daxwaz îro bi nameyeke taybet ji hemû dabînkerên xizmetguzariya înternetê yên xwedî lîsans re hatiye şandin û hatiye xwestin ku li gor berjewendiya giştî û di çarçoveya yasayî de karên pêwîst bên kirin.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler