
Li Herêma Kurdistanê Qezayên Trafîkê di 8 Salan de %70 Kêm Bûn
Herêma Kurdistanê bi saya başkirina kalîteya rêyan û hişmendiya trafîkê, rêjeya mirinê %70 kêm kir û di warê ewlehiya trafîkê de li Rojhilata Navîn pêşketina herî mezin tomar kir.
Li Herêma Kurdistanê di heşt salên dawî de qezayên trafîkê %70 kêm bûn û rêjeya mirinê jî bi heman rêjeyê daket. Herêm, bi zêdebûna kalîteya rêyan û bilindbûna hişmendiya ajokaran, di nav wan herêman de ye ku li Rojhilata Navîn di warê ewlehiya trafîkê de pêşketina herî mezin tomar kirine.
Ev pêşketin, bi destnîşankirina ewlehiya rêyan wekî armanca xizmetguzariya bingehîn di dema kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de lez girt. Avakirina rêyên du-şeritî yên di navbera parêzgeh û îdareyên serbixwe de, bi zelalî diyarkirina sînorên lezê û rêkûpêkkirina sîstema trafîkê, bala hem welatiyan hem jî geştiyaran kişand.
Geştiyar Ganîm Uceylî diyar kir ku rêyên li herêmê gelek pêş ketine û got: "Mirov xwe wekî li derveyî welat hîs dike. Sînorê lezê yê her rêyê bi zelalî hatiye diyarkirin; lê li bajarên din ên Iraqê ev tişt nîne." Welatiyê bi navê Gembar Seîd jî anî ziman ku xizmetguzariyên rêyan di parastina canê mirovan de roleke girîng dilîzin. Berdevkê Rêveberiya Trafîka Hewlêrê Kolonel Hemîn Emîn tekez kir ku bi projeyên rêyên nav bajêr û pira, xebatên yekîneya endezyariya trafîkê yên nîşankirin û xêzkirina rêyan, qezayên trafîkê kêm bûne û bi taybetî kamerayên ku lezê "ji xalekê heta xalekê" kontrol dikin, bandora herî mezin çêkirine.
Çavkanî: Kurdistan24