
C civata Wezîran a Herêma Kurdistanê Îddîayên Medyayê Yên Derbarê Civînên Falih Feyyad de Şaş Derxistin
Di civînên li Hewlêrê de Falih Feyyad gel sê endamên malbata Barzanî li ser gelek mijaran axivî û rayedarên herêmê dan xuyakirin ku nûçeyên di medyayê de ne rast in.
Serokatiya Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê, îddîayên hin saziyên medyayê yên derbarê naveroka civînên Serokê Komisyona Haşdî Şebî Falih Feyyad ên li Hewlêrê de şaş derxistin.
Feyyad roja şemiyê serdana Herêma Kurdistanê kir û li gel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re ji cihê civiya. Hat diyarkirin ku di civînan de pirsgirêkên nehatiye çareserkirin ên di navbera herêmê û hikûmeta federal de, nexasim mijarên budçe, neft û deriyên sînorî hatine axaftin.
Civata Wezîran destnîşan kir ku nûçeyên di medyayê de rastiyê nîşan nadin û "gotegotên bêbingeh û çêkirî" ne. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku hemû alî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê, têgihiştina hevdu û di çarçoveya destûrê de li hev kirine.
Çavkanî: Rûdaw